Li Rojavayê Kurdistanê derman nayên peydakirin

16-09-2023
Hisên Omer
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Derman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê derman biha bûne û hinek derman nayên peydakirin

Li  cadeya dermanxaneyan a Qamişloyê, kesûkarên nexweşan li dermanxaneyan bi zehmetî dermanên pêwîst peyda dikin.

Eger derman peyda bibin jî, bihayê wan êşa nexweşan dijwartir dike.

Nirxê bilind ê dermanan li harêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê xelk bêzar kiriye.

“Çavên fabriqeyan li bihabûneke din e”

Xwediyê Embara Perîkê ya dermanan a li Qamişloyê Nesir Perîkê  bi salan e li bajarê xwe vî karî dike.

Nesir Perîk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir tevî ku derman biha bûne lê dîsa peyda nabin û wiha got:

"Berî demekî kin hemû coreyên dermanan ji sedî 50 heta 65 biha bûn.

Me digot eger ev bihabûn çêbibe, divê ev derman derbasî herêmê bibin.

Lê mixabin ew derman hêdî hêdî ne wekî ku tê xwestin derbasî herêmê dibi.

Derbas dibe lê bi hejmareke pir kêm derbas dibi.

Diyar e ku çavên van fabriqeyan li bihabûneke din e."

Li Qamişloyê 170 dermanxane hene

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên bijîşkî weregirtine:

- Li Qamişloyê 170 dermanxane kar dikin.

- 10 nexweşxaneyên taybet li Qamişlo hene.

- Her nexweşxaneyek dermanxaneyek tê de heye.

- Ji Serê Kaniyê 10 dermanxne ji bo Qamişlo hatine veguhestin.

- 40 embarên derman li Qamişlo hene.

“Ji bo binek derman bihatir bê firotin tê hilanîn”

Bijîşkekî ji bajarê Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Tevî bihabûna derman, hinek jê yên nexweşiyên giran li bazaran jî peyda nabi yan tên hilanîn ji bo ku bihatir bên firotin.”

Li gorî heman çavkaniyê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, li gorî corê derman nirxên hin dermanan bi rêjeya ji sedî 30, 75, 90 heta 100 zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst