Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Veguhestin, Pîşesazî û Bazirganiyê ya Belvanê ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve, ji beşên cuda 15 mamosteyan werdigire û yek ji mercên wergirtinê temamkirina Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ye.
Kompanya Veguhestin, Pîşesazî û Bazirganiyê ya Belvanê ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ragihand, dê ji beşên cuda 15 mamosteyan wergire.
Li gel welatîbûna Tirkiyeyê, temamkirin an bipaşxistina erka leşkeriya neçarî, niştecîbûna li Wanê û temamkirina zanîngeheke 4 salî ya lîsansê ji beşên Felsefe, Matematîk, Fizîk, Biyolojî û Mamostetiya Polê yek ji şertên wergirtina 15 mamosteyan temamkirina Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ye.
Serlêdanan 14ê Tebaxa 2024an dest pê kir û kesên dixwazin serî lê bidin divê serdana navenda Kompanyaya Veguhestin, Pîşesazî û Bazirganiyê ya Belvanê bikin û rûbirû dosyeya xwe pêşkêş bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse