Li Amedê pevçûn: 3 birîndar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûnekê de 3 kes birîndar bûn.

Li Cadeya Kayapinarê ya navçeya Peyasê şeva borî  ji ber sedemeke nehat zanîn du alî pev çûn.

Di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û gumanbar ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û polîs ji bo gumanbarên ji cihê bûyerê reviyan dest bi xebatên lêgerînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst