Wezîrê derve yê Almaniya gihişte Hewlêrê

16-08-2014
Cotyar Murad
Nîşan Almaniya Kurdistan wezîrê derve yê Almaniya
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Almaniya, Frank-Walter Steinmeier, bi serdanekê gihişte paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê.

Îro, 16ê tebaxî, Frank-Walter Steinmeier, berî nîvro gihişte Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.

Li gor ku duh, Steinmeier ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, di vê serdanê de dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Herwiha wezîrê derve yê Almaniya diyar kir ku, ew dê ligel Barzanî nehsa pêşhatên dawî yên rweşa Kurdistan û Iraqê bike.

Ev serdanan Frank-Walter Steinmeier di çarçoveya pişgiriya navdewletî de bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de tê.

Herwiha duh jî Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel îşev bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axifî û piştgiriya xwe û welatê xwe ji gelê Kurdistanê re di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst