RIHA - Jinên mêşvan kewarên xwe 10 qat zêde kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Mêşvan Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê jinên gundê ku bi tevahî lê 15 mal hene bi saya perwerde û piştevaniyê ku hildan mêşvaniyê dikin.

Jinên li gundê Aşagi Çiftlikê yê navçeya Karakopruyê bi mêşvaniyê re eleqedar dibin bala miletê herêmê dikşînin.

Gundê ku bi jinên mêşvan ve navdar e li herêmê bi navê "gundê mêşvan" jî tê binavkirin.

Jinên mêşvan yên ku Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Rihayê perwerde û alîkariya mêşan daye wan, di 5 salan de hejmara kewarên xwe 10 qat zêde kirin.

Her sal 100 ton hingiv tê hilberandin

Li taxa ku lê nêzîkç 10 hezarî kewarên mêşan hene û her sal 100 ton hingiv tê hilberandin.

Ji jinên ku mêşvaniyê dikin Zeliha Denizê ragihand ku 5 sal berê ji Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Rihayê alîkarî hildaye û bi wê alîkariyê dest bi kar kiriye.

Denizê got ku berî wê bav û birayê wê jî karê mêşvaniyê kiriye û wiha dewam kir:

"Mêşên me mêşên gerok in. Em mêşên xwe li 3-4 herêman digerînin.

Em kewarên xwe dibin navçeyên cuda yên Rihayê û navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê."

Meral Kayaya 20 salî jî got ku alerjiya wê heye lê dîsa jî pîşeya bavê xwe berdewam dike û debara xwe bi mêşvaniyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst