Cemedên Çiyayê Cîlo şikiyan: 4 kes wenda bûn

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Cîlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Cîlo yê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şikestina cemedê 4 kes wenda bûn.

Lêgerîna 4 kesên ku li Geliyê Spîxanê yê quntara Çiyayê Cîlo ji ber şikestina cemedan winda bûbûn hat destpêkirin. Di encama lêgerinê de 2 kes bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik da zanîn ku ji 18 çiyagerên ku çûne herêma ku cemed lê hene 4 kes winda bûne.

Îdrîs Akbiyik diyar kir ku li ser agahdarkirinê tîmên cenderme, AFAD, tendirustiyê bi piştgiriya helîkopterê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.

Herwiha Akbiyik da zanîn ku di encama xebatên lêgerînê de ji 4 kesan 2 kes bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Akbiyik diyar kir ku rewşa tendirustiya birîndaran baş e û ji bo rizgarkirina 2 kesên ku cihê wan hatin tesbîtkirin xebat dewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst