Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidawî kir

16-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêş Dadgeha Rihayê di roja 846'emîn de bidawî kir.

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de mirov û pasevanên Parlamenterê berê yê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.

Kurekî Emîne Şenyaşar li dukana xwe û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bûbû ji bo edalet bicih bibe û tawanbar bêne girtin, 9ê Adara 2021ê li pêş Dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar di roja 846emîn de çalakiya xwe bidawî kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku di hilbijartina 14ê Gulanê de weke Parlamenterê Partiya Çepên Kesk hatibû hilbijartin, îro 16ê Temûza 2023ê cara dawî li pêş Dadgeha Rihayê nobet girtin.

Malbata Şenyaşar ragihand ku eger di rûniştina dozê ya 18ê Temûzê de li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dadmendî pêk were dê çalakiya xwe bi dawî bikin û eger dadmendî pêk neyê dê çalakiya xwe li Enqerê berdewam bikin.

Têkildarî mijarê daxuyanî hat dayîn û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar got: “Me 846 roj li vê derê nobet girt. Em spasiya her kesî dikin ku piştgiriya me kirin. Di encama darizandina 18ê Temûzê de dayik an dê biçe malê yan jî biçe Enqerê. Her kesî qebûl kir ku neheqiyek heye lê dadmendî pêk nehat. Dîmenên komkujiyê derketin holê. Kesê ku komkujî kir, parlamenter bû. Her çiqas parlamenteriya wî qediya jî lê îfadeya wî nehat girtin. Ev şerma hiqûqê ye. Em ê 18ê Temûzê li Meletiyê bin. Dayik dixwaze biçe mal, naxwaze biçe Enqerê. Em dixwazin birayê min ê 5 sal in di hucreya yek kesî de girtî ye bila bê berdan.”

Piştî daxuyaniyê Malbata Şenyaşar di roja 846emîn de çalakiya Nobeta Edaletê bi dawî kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst