Nêçîrvan Barzanî: Em li bendê ne ku têkiliyên bi Qeterê re baştir bibin

16-06-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî Qeter Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got “Em li bendê ne ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Qeterê re baştir bibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî re civiya.

Di derbarê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirinek kir û tê de got “Cihê şanaziyê ye ku ez îşev li Bexdayê bi Mîrê Qeterê Temîm Bîn Hemed El Sanî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer re civiyam.”

Barzanî balkişand li ser giringiya serdana Şêx Temîm a ji bo Iraqê û wiha anî ziman “Serdana Şêx Temîm bo Iraqê pêşkeftineke berçav di peywendiyên di navbera miletên me de nîşan dide. Em li bendê ne ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Qeterê re baştir bibin.”

Li aliyê din Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê pêşwaziya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî kir.

Piştî hevdîtina Sûdanî û Al Sanî di navbera her du welatan de peymaneke hevpar a li ser gelek waran hat îmzekirin. Di navbera Iraq û Qeterê de ji bo xwediyên pasaportên dîplomatîk peymana bê vîzeyê hat îmzekirin.

Serokwezîrê Iraqê di civîna çapemeniyê ya hevpar a li gel El Sanî de diyar kir ku serdana Mîrê Qeterê ji bo Iraqê nîşana têkiliyên xurt ên di navbera her du welatan de ye û got "Dewleta Qeterê dê li herêmê yek ji bihêztirîn hevalbendên me bimîne."

Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku li Iraqê aramiya ewlehî û siyasî heye û got ku di hevdîtinê de mijara ewlehiyê hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha Sûdanî got: "Niyeta Qeterê heye ku beşdarî xebatên geşepêdana Iraqê bibe. Iraq jî amade bû ku bi welatên bira re ji bo aştî û pêşketinê kar bike."

Mîrê Qeterê El Sanî jî diyar kir ku di navbera Iraq û Qeterê de têkiliyên kûr hene û dibêhe “Me bi serokwezîrê Iraqê re li ser qebareya bazirganiya hevpar a di navbera her du welatan û pêşxistina wê de li hev kir. Me li ser xurtkirina têkiliyan di warên enerjî, bazirganî û aborî de li hev kir û di van waran de memorandumeke hevpar îmze kir. Me projeyên herêmê, bi taybetî projeya niha ya elektrîkê nirxand. Em giringiya Iraqê li navçeyê dizanin û aramiya Iraqê jî tê wateya aramiya navçeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst