Îsraîl sozê dide ku dê bersiveke tûnd bide Îranê

16-04-2024
RÛDAW
Leşkerên Îsraîlê
Leşkerên Îsraîlê
Nîşan Îsraîl Îran Herzi Halevi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serfermandarê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew êrişa Îranê dê bê bersiv nemîne û ew dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Karvedanên êrişên Îsraîl û Îranê berdewam dikin.

Kabîneya Şer a Îsraîlê biryara bersivdana êrişa Îranê pesend kir.

Berpirsên Îranê jî eşkere dikin ku ew naxwazin alozî zêdetir bibin.

Li aliyê din berpirsên Îsraîlê jî diyar dikin ku dê Îsraîl bersiveke yekalîker bide Îranê.

“Em dê bersivekê bidin Îsraîlê”

Serfermandarê Îsraîlê Herzi Halevi li ser bersidayîna Îsraîlê got:

“Îranê xwest derfetên dewleta Îsraîlê ji nav bibe, ev yek berê qet çênebûye.

Em di pêngava bê de difikirin, ew êrişa Îranê li ser Îsraîlê bê bersiv namîne.”

“Em naxwazin alozî zêde bibin”

Herwiha Îran tekez dike ku ew naxwaze alozî zêde bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasser Kananî li ser helwesta welatê xwe got:

“Komara Îslamî ya Îranê li herêmê ne li dû zêdebûna aloziyan e lê belê her demê ji bo hişyarîkirina dijmin û destdirêjkaran bihêz e.”

Careke din li Tehranê sloganên “Mirin ji bo Amerîka û Îsraîlê” tên gotin.

Li meydanên Tehranê bi sedan xwepêşander kom bûn û bi ahengeke kelecan û bi sirûdên dînî gef li Îsraîlê xwar.

Bi gotina Îsraîlê ji sedî 99ê dron û mûşekên Îranê li ser esmanê Îsraîl û Urdinê hatin pûçkirin.

Li gorî zanyariyan, Îsraîl dê bi çekên xwe yên herî nû û pêşketî bersivekê bide Îranê.

Çi bûbû?

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê tê wateya êrişkirina ser axa wan û ew dê bersivê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bide.

Îranê pêr bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Îranê ragihand ku li hin hedefên leşkerî hatiye xistin.

Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrişan bi sîstema parastina asmanî hatine astengkirin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Erebistana Siûdî, Urdin û Yekîtiya Ewropayê êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar kir.

Kabîneya şer a Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina êrişa Îranê civînan pêk tine û berpirsên Îsraîlî eşkere dikin ku dê bersivê bidin Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst