Hewlêr (Rûdaw) - Herî dawî, roja sêşemê, 13ê mehê, Hêzên Rûsya ji Til Rifet û Kuştear bi çar karwanên serbazî vekişiyan. Vekişîna hêzên Rûsî tirs xiste dilê niştecî û koçberên li herêmê, lewma nerazîbûna xwe ji vekişîna bi vêxistina agir li ser riya karwanên Rûsî vêxistin.
Şavkaniyeke agahdar ji nav bajarê Til Rifetê, ji Rûdawê re got, piştî vekişîna hêzên Rûsî, hêzeke Îranî mezin ji Zehra û Nubul gihaşte herêma Til Rifet û li tenişt hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên kurdî li ser xêzên rûbirûbûnê li hember hêzên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê cih girtin.
Li gor heman çavkaniyê, hêzên Kurdî ji Helebê wekî piştevanî gihiştin navçeya Şehba û pêgehên xwe li ser xêzên rûbirûbûnê qayim kirin.
Çavkaniya taybet bi Rûdawê da zanîn ku, roja çarşemê, derdora demjimêr 3ê balafireke keşfê belavok bi ser navçeyê de belav kirin, ku tê de hoşdarî dabûn xelkê û gotibûn: "Xwe û zarokên xwe rizgar bikin û ji navçeyê derkevin."
Çavkaniya ku ji navşeyê ji Rûdawê re axivî, diyar kir ku di navbera demjimêr 12 heya 2yê paş nîvroja çarşemê, hêzên Rûsyayê vegeriyan binkeyên xwe, lê hêzên Îranê jî her li navşeyê man.
Parêzer û siyasetmedar, Elî Bedran, ji Navenda Erebî ya Demokratîk, ku bi xwe xelkê Telrifatê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, rêkeftinek di navbera Rûsys û Tirkiyê de derbarê Til Rifetê heye.
Elî Bedran, Siyasetmedar, “Diyar e ku dê vekişîneke Rûsî ji Til Rifet û derdora wê di dema bê de. Tevgerên berbiçav ên hêzên Rûsî û vekişîna gelek erebeyên serbazî nîşanê bi wê yekê didin ku rêkeftinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye ji bo vekişîna ji vê navçeyê, wekî çawa li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê bû."
Telela Mihemed, Serokê Partiya Aştî ya Demokratîk û serkirdeyê MSDê, ji Rûdawê re got eger Rûsya rê bide, Tirkiyê amade ye derbasî wê navçeyê bibe.
Telal Mihemd, Serkirdeyê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dibêje, “Dixwazin bi vê yekê şantajê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin. Dixwazin bibêjin, eger hûn bi ya me nekin em dê dewleta Tirkiyê bînin Til Rifet û Şehbayê.”
Roja 15ê Sibata 2016an, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajarê Tel Rifet û derdora wî ji destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê derxistin.
.jpg&w=3840&q=75)

