Komkujiya Helebceyê: Rûdaw arşîveke taybet belav dike

15 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenên bîranîna 1993yan /Wêne: Rûdaw
Dîmenên bîranîna 1993yan /Wêne: Rûdaw
Nîşan Helebce Komkujî Bîranîn Dîmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûdaw arşîvên taybet ên rêûresma yekem a fermî ya Helebceyê belav dike

16ê Adara 1988an, hikûmeta wê demê ya Îraqê bi çekên kîmyawî êrişî Helebceyê kir.

Bi wê sedemê herî kêm 5 hezar welatî şehîd ketin, beşek ji xelkê jî ji ber bandora çekên kîmyawî rastî nexweşiyên curbicur hatin û heta niha jî şopa nexweşiyan li ser wan maye.

Wekî ku di dîmenan de xuya dike, bi hezaran welatiyên ji bajarên cuda yên Kurdistanê Kurdistanê, mil bi milê xelkê Helebceyê beşdarî rêûresmê bûne û 5emîn salvegera bombebarana kîmyayî ya bajêr bi bîr tînin.

Arşîv vedigere 16ê Adara 1993an, wê demê ku Helebce kêmtir ji du salan bû ku hatibû azadkirin.

Dr. Roj Nûrî Şaweys, serkirdeyê koçkirî yê PDKyê ku wê demê Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, di rêûresmê de beşdar e û dibêje:

"Ez niha li Helebceyê me; nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim û alîkarê serokwezîr im.

Helebce wateyeke mezin ji bo gelê Kurd û Hikûmeta Kurdistanê heye. Ev cara yekem e ku di dîrokê de hikûmetek bi çekê kîmyayî êrişî gelê xwe dike."

Her wiha Roj Nûrî Şaweys got. "Ev sûcekî bêhempa ye li cîhanê û berê neqewimiye.

Ev jî diselimîne ku dijminê vî gelî, hemû amrazan bi kar tîne ji bo berdewam tepeserkirina gelê Kurd, da ku negihêjin demokrasiyê û jiyaneke asayî."

Ev dîmen ji aliyê wênegir û hunermendê Kurd Husên Sêwdîn ve hatine girtin û beşek in ji arşîva Tora Medyayî ya Rûdawê.

Di rêûresma 1993yan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê salek e hatiye damezrandin û beşek ji berpirsên Pêşmerge û nûnerê hikûmet û aliyên siyasî yên Kurdistanê, beşdar bûne.

Kurd û partiyên Kurdistanê ji sala 1989an ve salvegera bombebarana kîmyayî ya Helebceyê bi bîr anîne, lê yekem salvegera bombebarana kîmyayî ya Helebceyê di sala 1993yan de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bûye.

Qadrî Hacî Elî ku wekî nûnerê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  Celal Talebanî beşdarî rêûresma bîranîna komkujiya Helebceyê bû got:

"Bîranaîna bombebarana kîmyayî ya Helebceyê bîranîneke tal e lê yada rojeke tijî serwerî û mezin e ji bo miletê Kurd. Çimkî xala werçerxanê bû, xala mezinkirina tevgera Kurdayetiyê bû.

Zilmeke mezin li xelkê Helebceya bêtawan û bêçek hat kirin lê digel vê jî wê bûyerê karî tevgera gelê me zêdetir bi cîhana derve bide naskirin û piştgiriya navneteweyî ya zêdetir jê re misoger bike.

Ji ber vê ye ku em her tim şanaziyê bi bajarê Helebceya qehreman dikin. Şanaziyê bi malbatên şehîdan ve dikin ku wê rojê şehîd bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst