Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê bajarokê Gundikê Melê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê wekî her sal berê xwe da Goristana Mele Derwêş.
Li goristana Gundikê Melê xelkê ji bo miriyên xwe dua kirin û Quran xwend.
Her wiha li qûntara Çiyayê Cûdiyê li ber peykerê Keştiya Pêxember Nûh nimêj hat kirin.
Ji welatiyên herêmê Meryem Erdemê got:
"Me berê xwe da vî şêxê xwe. Em ji bo wî û ji bo umeta Mihemed duayan dikin.
Xwedê me hemûyan li ber duayên qenc û salihan bixe."
Welatiya bi navê Hiznê Erdemê jî anî zimên:
"Em hatin ser ziyareta xwe, me dua kirin û Fatîhe xwendin.
Me xizm û nasên xwe dîtin. Xwedê ziyareta me qebûl bike."
Xwarina xêrê li beşdaran hat belavkirin
Piştî îbadet û merasîmên olî, beroşên mezin li ser agiran hatin danîn.
Jinan bi hev re xwarin amade kirin û wekî xêra miriyan li beşdaran hat belavkirin.
Semîha Ayazê jî li ser vê kevneşopiyê got:
"Ji vir heta Kurdistanê Xwedê xêra hemûyan mezin bike.
Em her sal tên ser gorên miriyên xwe. Em ji bo wan duayan dikin, xwarinê çêdikin, didin xelkê û dixwin."
Kevneşopiya 300 salî ya hevgirtinê
Ev çalakî ku wekî "Zêwa Mele Derwêş" tê naskirin, her sal pêncşema yekem a Çiriya Pêşîn tê lidarxistin.
Ev merasîm kevneşopiyeke kêmwêne ya bawerî û hevgirtina civakî ye ku zêdetirî 300 salan e didome.
Welatiyê bi navê Cevat Alkiş behsa demên berê kir û got:
"Tê bîra min, bav û kalên me dihatin vê derê.
Dihatin ajelên xwe serjê dikirin û goşt didan wan kesên ku nedikarîn serjê bikin.
Me bi hev re xwarin çêdikirin. Yekî bang dikir digot 'Rehmet li dê û bavên wî kesî be yê ku xwarina xwe bîne.'
Me hemûyan kevçiyên xwe ji malê dianîn û li vir xwarina xwe dixwar.
Piştî nimêja êvarê her kes diçû mala xwe."
Beşdariya ji herêmên cuda
Ne tenê xelkê bajarok û Şirnexê, ji bajar û navçeyên cuda jî gelek kes tevlî Zêwa Mele Derwêş dibin.
Mamosteyê Beşa Îlahiyatê yê Zanîngeha Şirnexê Nurullah Agitoglu anî zimên:
"Îro em bi kelecan li vê derê kom bûne. Ev civîneke me ya çandî û olî ye.
Em hemû xizm, dost û hezkiriyên hev li vir gihîştine hev.
Mirovên me ji deverên dûr jî hatine û em her sal vê civînê saz dikin."
Alimê Kurd Mele Derwêş ku di salên 1700an de ji herêma Goyan a navçeya Qilabanê hatibû Gundikê Melê û li wir wefat kiribû, piştî bi sedan salan jî xelkê Şirnexê li dora heman nirxan kom dike.
Xelkê navçeyê tekez dike ku ew dê vê mîrateya pîroz a sedsalan biparêzin û radestî nifşên paşerojê bikin.



.webp&w=3840&q=75)