Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, Fatmaya 67 salî ya nexweş ji ber ku bê nasname ye nikare here nexweşxaneyê û daxwaza alîkariyê dike.
Li gundê Elîgorê yê Sirûcê Fatmaya 67 salî ji ber dayîk û bavê wê jî ne xwedî nasname bûne dema ji dayîk dibe li saziya nifûsê nayê qeydkirin û heta îro bê nasname ye.
Ji ber ku nasnameya wê tune nikare biçe nexweşxaneyê û ji alîkariyên civakî yên dewletê jî nikare sûdê wergire.
Her wiha ji ber ku nasnameya wê tunebûye zewaca wê û hevjînê wê Faruk Akyuzê ku wekî Faro tê zanîn a fermî jî nehatiye kirin.
Fatma li gel hevjînê xwe Faroyê 75 salî li gundê Elîgorê li maleke yek odeyî dijîn.
Ji ber nexweşiya giran a Fatmayê hemû karên malê hevjînê wê Faruk Akyuz dike.
Zarokên wan li ser hinek kesên din hatine nivîsandin
3 kur û keçeke wan hene û ew jî li saziya nifûsê li ser navên hinek nasên wan hatine qeydkirin û di fermiyetê de wekî zarokên kesên din xuya dikin.
Her du hevjînan ji Rûdawê re ragihand, berî mirinê dixwazin hebûna xwe bi fermî îsbat bikin û bangî berpirsên dewletê dikin ku pirsgirêka wan bê çareserkirin.
Dema bi awayê fermî bê tomarkirin û nasnameya xwe wergire dikare biçe nexweşxaneyan û ji bo debara xwe sûdê ji alîkariyên civakî wergire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse