Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî li hev civiyan

17 demjimêr berê
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî li hev civiyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî li hev civiyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Bafil Talebanî Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Pîrmamê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.

Bafil Talebanî îro ji bo hevdîtina bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hat navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di daxuyaniya xwe ya li ser hevdîtina bi Bafil Talebanî re got,

"Ev du civînên erênî û bi encam bûn ku me pêk anîn.

Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de şandeyên me yên dan û standinê bicivin û bi tevahî li ser pêkanîna hikûmetê li hev bikin."

Mesrûr Barzanî, derbarê naveroka hevdîtinan de jî ragihand:

"Me du civînên erênî û bi encam pêk anîn da ku em li ser mijarên giring ji bo gelê Kurdistanê û bi giştî herêma me nîqaşan bikin û li ser wan nêzîkî hev bibin."

Li hêla din, Bafil Talebanî jî di nirxandina xwe ya li ser hevdîtinê de wiha got:

"Hevdîtina me gelekî erênî derbas bû. Me li ser hin mijarên stratejîk ên ku dê ji bo gelê me bi feyde bin li hev kir.

Hevdîtinên me dê berdewam bikin. Armanca me ya hevpar ew e ku di dema herî zû de hikûmetekê pêk bînin ku ji gelê me re xizmet bike."

Di hevdîtina Barzanî û Talebanî de bi awayê giştî pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hatin kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 39 kursiyan bû partiya yekem, li pey wê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 23 kursiyan û pişt re jî Tevgera Nifşê Nû (Newey Niwê) bi 15 kursiyan hatin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst