Îmamoglu li Amedê axivî: Divê pirsgirêka Kurdan li parlamentoyê bê çareserkirin

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Amed Pirsgirêka Kurdan Selahattîn Demîrtaş Newroz Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li Amedê axivî û diyar kir ku divê pirsgirêka Kurdan li parlametoyê bê çareserkirin.

Îmamoglu Newroz bi Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku ew dê birêvebiriya herî azadîxwaz ava bike.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu xebatên xwe yên ji bo hilbijartina pêşwext a ku dê namzedê serokomariyê yê CHPyê destnîşan bike didomîne.

Ekrem Îmamoglu di çarçoveya xebatên xwe de çû Amedê û li Navenda Çand û Kogreya Sezaî Karakoçê derbarê rojevê de axaftinek kir.

Îmamoglu stûmala Amedsporê avêt dora stûyê xwe û got "Ez piştgiriya Amedsporê dikim" û wiha axivî:

"Ew kesê ku kêm qezenc dike û ew kesê ku zêde jî qezenc dike heman tiştî dibêjin. Dibêjin, 'Bereketa pereyên di destê me de çûye'.

Ew deshilatdariya îroyîn e ku bereketa welatê me biriye ku bi kiryarên xwe yên xerab ji xelkê xwe dûr ketiye, welatiyên xwe dûr xistiye, welatiyên xwe xirab kiriye, tiliya xwe li welatiyên xwe hejandiye, û tenê pirsgirêka wan kursî ye, ew e ku bereketa me biriye,"

Îmamoglu her wiha got, "Di nav van de xîret tune, edalet tune, neyeta pak tune, manewiyat tune. Ji bilî parastina roja xwe û kursiyên xwe ti derdê wan nîne. Ew nabînin ku bêedaletî û neheqiyên ku ew dibin sedema wan çawa bi kûrahî canê miletê me dişewitîne."

Peyama li ser pêvajoyê

Îmamoglu derbarê pêvajoya nû û banga çekdanînê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de jî peyam da û got:

"Ewlehî û aştiya Tirkiyeyê gelekî girîng e, armanceke pir hêja ye. Lê her çi were kirin divê bi dilsozî, şefafî, mirovahî û bi awayekî rastgoyî were kirin.

Divê ew hest di ser siyasetê re be. Ne berjewendiya sandoqê, ne berjewendiya hilbijartinê, lê divê berjewendiya miletê me were fikirîn.

Bi şidet, pevçûn û terorê ti pirsgirêk çareser nabin. Divê çek bêdeng bibin, pevçûn bi dawî bibe. Çareserî bi diyaloga hemû beşên civakê re dibe.

Erkê me hemûyan û dewleta me ye ku Kurd û hemû beşên civakê xwe wek xwediyê vî welatî, welatiyên wekhev û birûmet, û hevparên wekhev hîs bikin.

Heta ku Kurd bibêjin 'Pirsgirêka me heye', hingê pirsgirêkeke Kurdan heye.

Divê ev pirsgirêk bi diyalogê, bi şefafî û bi taybetî bi guhdarîkirina her beşê, bi razîbûna hemû beşan bi taybetî malbatên şehîdan û gaziyan, bi taybetî li ser zemîna Parlamentoya Tirkiyeyê were çareserkirin. Navnîşan ew e."

"Divê Demîrtaş wekî rehîneyeke siyasî bi neheqî di zindanê de nemîne"

Îmamoglu di axaftina xwe de behsa Hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demîrtaş ê ku di girtîgehê de ye jî kir û got:

"Divê mîzana edaletê di destê ti kesî de nebe lîstik. Divê ti kes wekî serokê giştî yê partiyekê, wekî Selahattîn Demîrtaş ku bûye rehîneyeke siyasî, bi neheqî di zindanê de nemîne.

Em heman zimanî li dijî neheqî û bêhiqûqiyê li Stenbolê jî, li Trabzonê jî, li Meletiyê jî, li Amedê jî bi kar tînin.

Hûn mirovekî ku di partiyekê de serokatî kiriye wekî rehîneyeke siyasî li wir digirin."

"Newroz pîroz be"

Îmamoglu bi Kurdî cejna Newrozê pîroz kir û got "Newroz pîroz be".

Her wiha Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Îmamoglu Komkujiya Helebceyê û kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye jî bi bîr anîn û wiha pê de çû:

"Em dizanin çi qasî zivistan zehmet derbas bibe jî di dawiyê de bihar tê. Ew bihar tê. Çi qasî tarî dirêj ber xwe bide jî ew roj her derdikeve.

Em hatine ku bibin mizgînîdarê rojê ku ji bo paşeroja hevbeş a Kurd, Tirk, Ereb, Suryan, Êzidî, Elewî û Suniyan hildikeve.

Em hatine ku mizgîniya rojên ronî, rojên xweş bidin. Em hatine ku welatê xwe yê bihuşt ji tariyê rizgar bikin.

Li vir em bi hev re gazî tevahiya Tirkiyeyê dikin. Em bi hev re bihêz in. Em bi hev re hene. Em bi hev re milet in. Em bi hev re xweşik in.

Li Amedê bi mizgîniya Newrozê ya ku mizgîndêra biharê ye, şiyarbûna biharê ye, cejna biratî û aştiyê ye, Newroza we pîroz be.

Bila yekîtiya me her hebe. Newroz pîroz be! Newroz pîroz be! Ez ji niha ve cejna we ya Remezanê jî pîroz dikim.

Ez careke din Komkujiya Helebceyê şermezar dikim. Divê Tirkiye li dijî komkujiya Elewiyên li Tertûsê ya ku li kêleka me ye jî li ser lingên xwe bimîne.

Ez roja 18ê Adarê ya Serkeftina Çanakkaleyê jî ku destana berxwedana hemberî hemû emperyalîstan e pîroz dikim."

Di serdana Amedê de serokên bajaran ên CHPyê yên Semsûr, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Colemêrg, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Wan û Stenbolê jî bi Îmamoglu re bûn. Îmamoglu piştî Amedê dê here Erzinganê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst