Namzeda DEM Partiyê ya Rihayê: Riha bajarekî Kurdewar e lê hatiye asîmîlekirin

16-03-2024
RÛDAW
Namzeda DEM Partiyê ya Rihayê Gulşen Ozer
Namzeda DEM Partiyê ya Rihayê Gulşen Ozer
Nîşan DEM Partî Riha Gulşen Ozer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gulşen Ozerê got, “Projeya me ya herî mezin, biratiya 2 û milyon û nîv welatiyan e.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî, AK Partî û Partiya Yenîden Refahê ji bo Rihayê rikeberiyê bikin, herwiha partiyên din jî namzedên xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dikin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Rihayê ya giştî 2 milyon û 213 hezar û 964 e.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên milyonek û 251 hezar û 37 kesan heye.

DEM Partiyê jî ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen kirin namzed.

AK Partiyê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul kir namzed.

Herwiha li Rihayê Partiya Yenîden Refahê jî Mehmet Kasım Gulpinarê ku parlamenterê berê yê AK Partiyê bû kir namzed.

Parêzgeha Rihayê ya ku di statuya Bajarê Mezin de ye xwedî 3 navçeyên navendî û 10 navçeyên derekî ye.

Namzeda DEM Partiyê ya Rihayê Gulşen Ozer bû mêvana bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

Gulşen Ozerê li ser kar û xebatên ku ji bo hilbijartinan dimeşînin got:

“Riha ti carî evqas bicoş nebûye û evqasî hêvî nedaye me lê em vê carê ji Rihayê bi hêvî ne. Xebatên me li kolanan, gundan ji aliyê tîmên me tên meşandin.

Riha 20 sal in di destê AKPyê de ye lê ti xizmetek nedaye. Rihayê êdî baweriya xwe ji AKPyê biriye. Rihayî bi me û xebatên me bawer in.”

Gulşen Ozerê li ser xizmetên ku dê li Amedê bikin jî got:

“Li Rihayê xizmet gelekî kêm mane, wekî turîzm, olî, aborî, mafên jinan û mafên ciwanan. Em dê van tiştan bi cih bînin.

Projeyên me hene, dema ku em hatin em dê van xebatên xwe derxin holê. Ez bawer im em dê Rihayê bilind bikin û gel jî dê pir kêfxweş bibe.”

“Riha bajarekî Kurdewar e”

Gulşen Ozerê diyar kir ku Riha bajarekî Kurdan e û da zanîn:

“Riha bajarekî Kurdewar e lê ev nayê xuyakirin, hatiye asîmîlekirin. Dibe ku hûn ji zimanê min jî fem bikin ku li vir a ku herî baş bi Kurdî diaxive ez im lê Kurdiya min jî ne temam e.

Ji bo ziman em dê dibistanan, kursan vekin. Em dê li her taxê ji bo ku her kes fêrî zimanê xwe bibe cihên perwerdeyê vekin û em dê hişmendiya ziman derxin pêş.”

Gulşen Ozerê herwiha anî ziman:

“Li Rihayê dibe ku kêmasiya me jî hebe lê ji ber ku cihekî stratejîk e asîmîlasyona herî mezin li ser Rihayê ye. Li Rihayê ne tenê Kurd, Ereb, Siryan, Elewî jî hene, ev rengên xweş in.

Dema ku em hatin em dê xizmetê ji hemû gelan re bikin. Em dê reng, çand û zimanê wan derxin holê lê hikûmet jî dizane dema ku em Rihayê bi dest bixin ew dê şiyar bibin.

Ji ber wê ji bo ku DEM Partî Rihayê bi dest nexe hikûmet hemû hêza xwe dide ser Rihayê lê vê carê hêza me xurt e em dê Rihayê bigirin.”

Gulşen Ozerê li ser tifaqan jî got:

“Em di van hilbijartinan de tifaqê bi ti partiyan re nakin, em bi serê xwe xebatê dikin. Ji bo tifaqê deriyê me ji kesî re ne vekiriye.

Sala 2019an me tifaqek kir û dît ku ew ne rast bûn, vê carê me got em dê bi serê dikevin hilbijartinan. Em dê hêza xwe bîbinin û derxin holê.”

“Azadiya jinê di zimanê jinê de ye”

Gulşen Ozerê herwiha li ser xebatên ku dê ji bo jinan bikin jî da zanîn:

“Azadiya jinê di zimanê jinê de ye. Heger jin bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe nemeşîne sibe nikare bi wî zimanî zarokên xwe jî mezin bike.

Em dê perwedeya ziman bidin, kooperatîfên jinan ava bikin ku jin neçin li bajarên din nexebitin.

AKP dibêje jin ne ji bo aboriyê ji bo betlaneyê diçin derve. Heger jin ne mecbûr bin naçin li bajarên din naxebitin. Çi pêwîstiya jinan hebe bi kursan û perwerdeyê ava bikin.

Heta jin azad nebe civak azad nabe. Heta em ciwanan ji nav qirêjiya madeyên hişbir dernexin em nikarin ji nava vê pergalê derxin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst