Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi sedan malbatên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dijîn, di erdhejê de bi dehan kesan ji wan canê xwe ji dest dan, bi sedan jî kes hatin rizgarkirin û hinek jî hêj di bin kavilan de mane.
Moderatorê bernameya Rûdaw TV ya Rûdawa Îro Nûner Fatih çû Mereşê bi penaberekî Sûrî re axifî ku 5 endamên malbata wî di erdhejê de canê xwe ji dest dane.
Ew welatiyê Sûrî ku li Mereşê penaber e ji Rûdawê re behsa erdhejê dike:
Nûner Fatih: Tu roja erdhejê li vir bûyî?
Penaberê Sûrî: Demjimêr 4 û15 xulek yan jî 4 û nîv bû nizanim, lê piştî demjimêr 4 bû, em raketî bûn.
Nûner Fatih: Kî di qata duyem de bû û kî di ya sêyem de bû?
Penaber: Ez û hevjîna min û zarokên min û bûka me û zarokên wê di qata duyem de bûn. Kurê min û hevjîna wî û kurê wî di qata sêyem de bûn.
Nûner Fatih: Di qata sêyem de bû. Çi çêbû, tu dikare ji min re behsa wê şevê bike?
Penaber: Şeva ku erdhej çêbû, em raketî bûn, piştî demjimêr 4 bû, ji ber ku ez û hevjçna xwe berî saet 4 ji ber ku em rojî digirin, me xwarin xwar û em raketin. 4 û 20 xulek bû, 4 û nîv bû ez nema dizanim, ez ji dengê erdê tirsiyam. Ez ji dengê bêtir ji erdhejê tirsiyam. Avahiyê jî destpê kir û dihejiya, em pê re negihiştin em rabin ser xwe. Em pê re ne gihiştin. Me bang kir ya Allah, û ya Allah. Ez dibêjim min 4 caran got ya Allah lê cara pêncem ez pê re ne gihiştim. Min digot ya Allah, ya Allah, ya Allah û cara çaremîn, em hatin xwarê. Karesat bû.
Nûner Fatih: Avahî hat xwarê?
Penaber: Hemû hat xwarê, hemû wiha hat xwarê, spas ji Xwedê re ku rehma xwe li me kir, avahî wiha hat xwarê, eger li ser hev ketiba xwarê, dibe ku yek ji me jî rizgar nebûya.
Nûner Fatih: Yanî ber bi aliyekî kete xwarê?
Penaber: Binere weke tu dibîne.
Nûner Fatih: Tu li vir bûyî?
Penaber: Dema ku avahî hate xwarê, ez û hevjîna xwe di bin vî xaniyî de razayî bûn, sere min hat ser resîfê, keviya rê û laşê min jî li hundir bû. Min bang li hevjîna xwe kir, got ez baş im. Ez rabûn û min derdora wê paqij kir û tişt dane aliyekî û derxist. Piştre min bang li vî kurê xwe kir. Ev kurê min û xwîşka wî sê rojan di bin kavilan de man.
Nûner Fatih: Sê rojan di bin kavilan de ma?
Penaber: Belê
Nûner Fatih: Tu di roja yekem de ji bin kavilan derketî?
Penaber: Ez piştî 10 xulekan derketim.
Nûner Fatih: Piştî 10 xulekan tu û hevjîna te, hun derketin?
Penaber: Belê ez û hevjîna xwe em derketin.
Nûner Fatih: Kî li hundir ma?
Penaber: Malbata min hemû ma.
Nûner Fatih: Malbat hemû.
Penaber: Hinek ji wan piştî du rojan me mirî derxistin. Ez weke dînan lê hatim, ez digeriyam. Min kurê xwe li vê derê dît. Serê wî ji qirikê û pêve sax bû, û qirikê û bi xwar de, niha di nexweşxaneyê de ye û di bin çavdêriya hûr de ye. Min nikarîbû ez wî bikeşênim. Min nerî di bin wî re hemû ax e, min bi destê xwe dest bi kolandinê kir heta ku min karî ez wî derxînim. Min ew kişand û xwîn ji dev, bêvil û guhên wî dihat. Min anî û li vir danî, ambûlansa hewarçûnê jî nebû heta demjimêr 8 sibehê hat. Ambûlans hat û ew birin. Hevjîna wî di kêleka wî de mirî bû, keça wî di kêleka wî de mirî bû. Ez çû min li vê dera han jî nerî, keça min, hevjîna kurê min û zarokên wê, tenê keçeke wan a temen 40 roj bû, Spas ji Xwedê re, ti tiştek ji wê zarokê nehat bû.
Nûner Fatih: Temenê wê 40 roj bû?
Penaber: Belê 40 roj bû.
Nûner Fatih: Di bin kavilan de ma?
Penaber: Di bin kavilan de ma heta demjimêr 11 sibehê.
Nûner Fatih: Heta 11 sibehê.
Penaber: Belê, 11 sibehê. Ez çûm min ew bi saxî derxist heta piştre hatin û zarokên mirî derxistin.
Nûner Fatih: Çend kes ji malbata te di erdhejê de cane xwe ji dest dan?
Penaber: 5 kes.
Nûner Fatih: 5 kes? Kî ne ew 5 kes?
Penaber: Hevjîna kurê min
Nûner Fatih: Temenê wê çiqas bû?
Penaber: Temenê wê nêzîkî 22 sal bûn.
Nûner Fatih: Çend zarokên wê hebûn?
Penaber: 3 zarokên wê hene, ew 40 rojî ku sax ma û du mirin. Yek temenê wî 2 sal û nîv bûn û yeke din jî 4 sal bûn.
Nûner Fatih: Ev 3? Yên din kî ne?
Penaber: Hevjîna Kurê min û keça wê.
Nûner Fatih: Wate du kurê te li vir bûn?
Penaber: Du kurên min bûn, yek bi min re dijî û yên din min jê re qata 3 kirê kiribû.
Nûner Fatih: Yek di qata sêyem de bû. Wate kurê te herdû?
Penaber: Hevjînên herdû kurên min û zarokên wan cane xwe ji dest dan.
Nûner Fatih: Tenê zaroka 40 rojî ma?
Penaber: Belê. Spas ji Xwedê re ew ji me re ji herdû malbatan ma û spas ji Xwedê re selamet e.
Nûner Fatih: Ev jî kurê te ye?
Penaber: Belê kurê min e û min hêviya xwe jê qut kiribû, ji ber ku min bang dikir û digeriyam li vir, lê piştî ku derketin ji min re gotin. Gotine wan dengê me dikin lê em dengê wan nakin, heta ku piştî sê rojan tîmên rizgarkirinê hatin dengê wan kirin û ew ji bin vê avahiyê derxistin, li cem vê dare.
Nûner Fatih: 7 qat in, 5 in, çend şuqe hene? Her qatek çend şuqe têde hene?
Penaber: Her qatek du şuqe ne.
Nûner Fatih: Wate 10 şuqe hene, wate 10 malbat li vir dijiyan. Bi giştî 5 endamên malbata te cane xwe ji dest dan, rehma Xwedê li wan be. Çend kesên din di vê avahiyê de cane xwe ji dest dan?
Penaber: Ez dizanim cîranê min ê Tirk 4 kes ji malbata wî cane xwe ji dest dan, cîranekî min yê Sûrî jî yek ji malbata wî cane xwe ji dest da, herwiha yekî din ê Sûrî keçeke wî ya du salî cane xwe ji dest da. Di qata erdê de jî kesekî Tirk hebû lê welleh ez nizanim çiqas ji malbata wî mirin.
Nûner Fatih: Wate em herî kêm behsa 11 kesan dikin ku tenê di vê avahiyê de cane xwe ji dest dane ji 10 malbatên ku li vir dijiyan.
Penaber: Yên min 5 kes mirin, cîranê min ê Tirk jî 4 kes ji malbata wî mirin, cîranekî min yê Sûrî jî yek, cîranekî din yê Sûrî di qata sere de zarokeke 3 salî bû, cane xwe ji dest da.


.jpg&w=3840&q=75)