Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê têkildarî êrişa li Hewlêrê daxuyanî da

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller êrişa Supayan Pasdaran a Îranê şermezar kir.

Supayan Pasdar a Îranê îşev bi deh mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir û kesên sivîl bûn qurbaniya êrişê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller têkildarî êrişê daxuyanî da.

Miller di daxuyaniyê de ragihand ku Amerîka, bi tundî êrişa li Hewlêrê şermezar dike û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwaze.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got:

“Êrişên mûşekî yên Îranê aramiya Îraqê xera dikin. Em dê li hemberî van êrişan rawestin.

Em piştevaniya hewlên hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst