Qasim Erecî: Mala Pêşrew Dizeyî ne baregeha Mossadê ye

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Qasim Erecî Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Hewlêr Êriş Pêşrew Dîzayî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê û Serokê Lijneya Lêkolînê ya ji bo Êrişên Mûşekî yên Îranê yên li Hewlêrê Qasim Erecî got, “Xaniyê hatiye mûşekbarankirin mala karsazakî sivîl e, ne baregeha Mossadê ye.”

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Hewlêrê Qasim Erecî tevî şandeyekê hatiye Hewlêrê û ji bo lêkolînan çû cihên bûne armanca mûşekên Îranê.

Qasim Erecî diyar kir ku li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê Mihmed Şiye Sûdanî, ji bo li ser êrişan lêkolînan bike û agahiyan berhev bike lijneyek ava kiriye.

Erecî da zanîn ku li ser îdiayên hebûna baregeha Mossada, wan hemî xanî dîtin û got:

“Me dît ku  ev xaniyê karsazekî sivîl e û ew propagandaya ku baregeha Mossadê kiriye armanc ji rastiyê dûr in.”

Erecî da zanîn ku rapora ku li gel saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bê amadekirin, ew dê pêşkeşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê bikin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, keça wî ya bi navê Jîne û mêvanê wan Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e canê xwe ji dest da.

Herwiha 16 kesên din jî birîndar bûn.

Supaya Pasdaran a Îranê de îdia kir ku wan bi mûşekên balîstîk li “baregeha Mosadê ya li Hewlêrê û hedefên DAIŞê yên li Sûriyeyê” xistiye.

Li Hewlêrê çi bû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst