Dijeterora Kurdistanê: Li Hewlêrê 3 dronên bombebarkirî hatin xistin

16-01-2024
Nîşan Hewlêr Balafirxaneya Hewlêrê Êriş Berxwedana Îslamî ya Îraqê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Dijeterora Kurdistanê ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Dijeterora Kurdistanê da zanîn ku hedefa van dronan hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Balafirgeha Hewlêrê bûn.

Li gorî agahiyên ku Dijeterora Kurdistanê dane, ev dron îro demjimêr 05:05an beriya ku hedefên xwe bombebaran bikin hatine xistin.

 Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Berdevkê berê yê Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) Joe Bochino jî piştî êrişan bû mêvanê Rûdawê û got:

“Li gorî min, Îran dixwaze bi rêya van êrişan li herêmê kaoseke ava bike, dixwazî vê kaosê bi taybetî jî li Îraqê peyda ava bike.

Ev heman kar e ku bi rêya grûpên Şîe dikir. Suprîz ev e ku Îranê rasterast bi artêşa xwe êriş kir, ne bi rêya grûpên nêzîkî xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst