Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Basanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, şivanê ku winda bûbû di Çemê Dîcleyê de mirî hat dîtin.
Şivanê bi navê Muhsin Gok ê 26 salî yê ji gundê Dîlanê yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, îro sibehê bi hevalekî xwe yê şivan re keriyê xwe yê pez ji bo çêrandinê bir çêrgehê.
Piştî demekê Muhsin Gok winda bû û hevalê wî, malbata wî û cendirme ji bûyerê agahdar kirin.
Li ser agadharkirinê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û cil û bergên Gok li qeraxên Çemê Dîcleyê hatin dîtin.
Tîmên Şaredariya Cizîrê yên Binavê û tîmên AFADê di nav Çemê Dicleyê de dest bi xebatên lêgerînê kirin û termê Gok li nêzî gundê Dilopkê yê navçeya Basanê di nav çem de hat dîtin.
Tîmên tenduristiyê termê Muhsin Gok ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse