RIHA - Hevjîna xwe ya ducanî bi çifteya nêçîrê kuşt

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Fîdda Uzun Ahmet Uzun Riha Kaniya Xezalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jineke 24 salî ya ducanî bi çifteyê nêçîrê hat kuştin.

Li gorî agahiyan, doh bi şev li gundê Çomlekçiyê yê navçeya Kaniya Xezalan, di navbera jina bi navê Fîdda Uzun a ducanî û hevjînê wê yê bi navê Ahmet Uzun de nîqaş derket.

Piştî ku nîqaşa di navbera wan de gur bû Ahmet Uzun bi çifteyê hevjîna xwe ya ducanî kuşt.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Fîdda Uzuna ducanî ji bo karên otopsiyê bir morga nexweşxaneya bajêr.

Ahmet Uzunê 24 salî tevî çifteyê di baxçeyê mala xwe de hat desteserkirin.

Tê gotin ku Ahmet Uzun di îfadeya xwe ya li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê de gotiye:

“Dema min çifteya xwe paqij dikir gule li hevjîna min ket.”

Li aliyê din, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye despêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst