Weqfa Mezopotamya pirtûkek ji bo fêrbûna zimanê Kurdî çap kir

15-11-2022
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdîzan Weqfa Mezopotamya Pirtûk Zimanê Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Weqfa Mezopotamya pirtûkêk ji bo hînbûna kurdî ya bi navê `Kurdîzan` çapkirin û bernameyek taybet a danasînê Kurdîzanê radestî bala xemxurên kurdî kirin. Kurdîzan ji alîyê akademisyen û zimanzan Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak, Zulkuf Ergun û Mikail Bulbul ve hatîye nivîsandin û ji weqfa Mezopotamya hat çapkirin.

Taybetîya herî mezin a Kurdîzan ew e ku ji bo kesên ku hinek Kurdî dizanin û dikarin bi Kurdî bixwînin hatiye amade kirin, her wiha pirtûkek wisa ye ku di der beşek pirtûkê de QR kodek hatiye danîn ku kesên bixwazin dikarin bi mobayla xwe wî QR kodê bidin xwendin bi wî awayî pirtûkê bi awayek dîjîtal jî li ser telefonên xwe wek vîdyo pirtûkê gohdar bikin û bixwînin. Weqfa Mezopotamya ji bo danasîna Kurdîzan li Amedê li qesra Zerzevanê bernameyek taybet a danasînê lidarxistin û bi wî awayî Kurdîzan li pirtûkfiroşan derket ber firotanê.

Pirtûka bi navê Kurdîzan piştî xebatek bi çend salan ji alîyê akademisyen û zimanzan Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak, Zulkuf  Ergun û Mikail Bulbul . ve ji bo fêrkirina kurdîya kurmancî hatîye nivîsinû ji alîyê weqfa Mezopotamya ve çapkirin.

Akademîsyen û zimanzan Tahirhan Aydin got “Kurdîzan pirtûkek modern e, her çar şiyanên Kurdî destek dike, ku gohdarkirin, axavtin, nivîsandin û xwendin wan bi pêş ve dibe. Kurdîzan seteke ne tene ji du pirtûkan pêk tê. Kurdîzan ji 60 pirtûkan pêk tê. Yanî asta destpêkê, asta navîn û asta bilnid jî em amade dikin. Paralelê Kurdîzanê ev projeye ke. Heman Kurdîzan yê ji bo Zazakî û Soranî jî were amadekirin. Piştî Kurdîzanê projeya me ewe ku Ji bo biyaniyan yan jî ji bo Kurdî nezanan yanî yên ku Kurd in lê Kurdî nizanin em dê amade bikin wek setek din.”

Kurdîzan ji bo ew kesen ku hinek be jî dizanin Kurdî biaxivin û bixwînin hatiye çapkirin. Yek ji taybetiya herî mezin a pirtûkê jî ewe ku her din ava pirtûkê de  ji bo her beşek pirtûkê QR kodek hatiye danîn ku û bi wî awayî kesên ku bixwazin dikarin bi awayek dîjîtal jî li mobaylên xwe pirtûkê bi şêwaza video bi deng gohdar bikin.

Nivîskar Mem Mukrîyanî dibêje “Dîjîtalîzekirina pirtûka Kurdîzanê û QR kodê tiştekî pir pir baş bû. Karê xwendeakaran, yên ku dixwastin Kurdî hinbibin hêsan kir.”

Mamoste Ednan Firat Bayer diyar kir “Divê di deste me de bi dehan alternatif hebin ku em karibin bixebitin. Ji ber ev Kurdîzan ji bo me dibe weke bijareyeke nû û serkeftî. Hinek jî xwediyê îddîayeke em jî kêfxweş in.”

Pirtûka ku ji bo perwerdeya dibistanê, bernameyên lîsansê, lîsansa bilind, kursên taybet ango ji bo Kurdîzanan hatîye amadekirin êdî li pirtûkfiroşan li hêvîya pêwendîdarên xwe û li firotanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst