Erdogan: Xelkê Amedê û birayên me yên Kurd dibin hedef

Duh li 05:24
RÛDAW
Erdogan derbarê kuştina Narîn Guranê axivî / Wêne: AA
Erdogan derbarê kuştina Narîn Guranê axivî / Wêne: AA
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Narîn Guran Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan derbarê Narîn Gurana 8 salî ya ku li gundê Çûliyê yê Amedê hatibû kuştin got, “Xelkê Amedê û birayên me yên Kurd tên armancgirtin.”

Bûyera kuştina Narîn Gurana 8 salî nêzîkî mehekê ye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê mijara xelkê ye û  hikûmet û partiyên siyasî jî berdewam li ser diaxivin.

“Ev durûtî ye”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan amaje bi wê yekê kir ku hinek alî û partî li ser kuştina Narîn Guranê siyasetê dikin û got:

“Bêyî ku berê xwe bidin eyneyê, cesareta wê yekê dikin dersa wîjdan û dersa exlaq bidin xelkê. Saziya malbatê û saziyên olî tên armancgirtin.

Herwiha xelkê Amedê û birayên me yên Kurd tên armancgirtin. Eşkere bibêjim ev bê wîjdanî ye, firsetçîtî û durûtî ye.”

Lêkolînên Serdozgeriya Amedê yên derbarê bûyerê de berdewam dikin.

Bi tohmeta beşdarbûna tawanê kuştina biqest di wê dosyeyê de heta niha 11 kes hatine girtin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bûyer wekî berhema siyaseta dewleta Tirkiyeyê bi nav kir.

“Projeya dewletê tê zîndikirin”

Tuncer Bakirhan li Enqereyê Narîn Guran bi bîr anî û got:

“Gelek aliyên vê cinayetê hene. Me bi vê cinayetê re careke din dît ku parastina civakê tê çi wateyê.

Li gundê ku Narîn lê hatiye kuştin bi temamî projeyeke dewletê, prototîpeke dewletê tê zîndikirin.

Em bûn şahid ku di civakeke nerêkxistî de cinayeteke wiha çêbû.

Di civakeke ku rêxistina dewletê heye cinayetên wiha kirêt, wiha pûç çêdibin.

Civaka ku dewlet pêşengiya wê dike gundê Çûliyê ye. Em civaka exlaqî û polîtîk diparêzin û têkoşîna vê didin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst