EFRÎN - Çekdaran 6 Kurd girtin

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, 4 welatiyên Kurd ji aliyê polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatin girtin.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve duh li navçeya Cindirêsê, bi tohmeta ku peywendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye 4 welatiyên Kurd girtine.

Çarenivîsa du kesan ne diyar e

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku piştî dayîna fidyeyê du kes ji wan hatine berdan lê heta niha çarenivîsa her du kesên din ne diyar e.

Li gundê Mirsawayê yê navçeya Şerayê ya Efrînê jî dema jineke 35 salî ji Helebê vedigeriya navçeyê ji aliyê heman polîsan ve hatiye girtin.

Herwiha li gundê Kefir Sefrê yê Cindirêsê jî kalemêrekî Kurd ji aliyê çekdarên Grûpa Semerqendê ya ser bi Tirkiyeyê ve hat girtin û piştî dayîna fidyeyê hat berdan.

13ê Tebaxê jî çekdarên grûpa Feyleq el-Şama ser bi Tirkiyeyê ve ciwanekî Kurd li gundê Kebaşînê yê navçeya Şêrewayê girtibû.

Polîsên serbazî jî welatiyekî Kurd ê 36 salî li xala kontrolê ya Tirindê girtibû.

Herwiha çekdarên Firqeya el-Hemzeyê welatiyekî Kurd li gundê Şengîleyê navçeya Bilbilê ya Efrînê girtibû.

Heta niha çarenivîsê wan kesan ne diyar e.

Herêma Efrînê herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye ku ji Adara 2018an ve ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagirkirin.

Ji wê demê ve li hemberî xelkê Efrînê gelek binpêkirinên mafên mirovan hatine kirin û bi dehan raporên navdewletî li ser wan binpêkirinan hatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst