PKK piştrsat kir ku wan rêgirî li hewleke azadkirina Şingalê kirine

15-08-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Parastina Şingalê piştrast kirin ku wan amadekarî bo êrîşeke Hêzên Pêşmerge û efserên Amerîkî bi mebesta zadkirina devera Şingalê, têkbirin, ku duh Rûdawê ew nûçe belav kiribû.

Şeva 13 li ser 14ê tebaxê, hejmarek ji efser û leşkerên artêşa Amerîka ligel Pêşmerge çûn ser Çiyayê Şingalê, da pilanekê danin bo mebesta êrîşkirinê li ser çekdarên rêxistina DAIŞê û derxistina devera Şingal ji dest wan, lê gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef li wan efserên artêşa Amerîka û Pêşmerge xwaribûn ku, nabe ew êrîş bikin û pêwîste berî niha hemahengî ligel wan kiriba û piştire êrîş bikin. Efserên amerîkî jî bi hemû awayan ev yek red kirin.

Li gor mdeyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Parastina Şinaglê, di nivîsekê de ragihandin ku sedema têkbirina wê êrîşa bo azadkirina Şingalê ewe ku “Xelkê Şingalê nerazîbûna xwe anîne ziman û nexwazin Pêşmerge li wê navçeyê bimînin.”

Rêgirtin li vê êrîşa Pêşmerge û efserên amrîkî bo azad kirina Şingalê, di demekê de ye ku ji 3ê tebaxê ve ew qeza di bin kontrola çekdarên rêxistina DAIŞê de ye, li gor raportan, heta niha bi sedan kurdên êzdî li ser destê çekdarên rêxistina navborî li wê de kuştine, herwiha kurdên êzdî li her çar aliyên Kurdistanê û seranserê cîhanê daxwaz dikin ku dervera wan ji dest DAIŞê bê azad kirin.

Hêzên Parastina Şingalê, ku piştî girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve ji gerîleyên PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), tevî hejmarek ji xortên êzdî yên ser bi Tevgera Çaksazî ya Êzdî ve, pêk tê. Ew tevger jî xwe bi ser neteweya kurdin nasnakin û dibêjin ku ew ji netewek cuda ne.

Li wê deverê jî, Hêzên Parastina Şingalê rê nadin ku ti alîkarê bêy wan bo xelkê Şingalê bên şandin, di vê barê de hêza navborî di nivîsa xwe de dibêje: “Berî du rojan me daxuyanî dabû û me ragihandibû ku Çiyayê Şingalê di bin kontrola hêzên hevbeş de ye, her aliyek bixwaze alîkariyê bike, em dê bi hemahengî wê alîkariyê bighînin gelê xwe.”

Li Rojavayê Kurdistanê jî, rêxistinên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê leşkerî yê PKK li Sûriyê ye, rêgirî li her hewlekê bo pêşkêş kirina alîkariyên mirovî bi koçberên Şingalê dikin, ên ku li Tirbespiyê, Girkê Legê û kampa Newroz li Dêrikê bi cih bûne.

Li kampa Newrozê jî, duh 14ê tebaxê, berpirsê rêxistinaê di Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji Rûdawê re ragihand ku jiyana 500 zarokî ji koçberên Şingalê di metirsiyê de ye, ji ber nebûna şîr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst