Mazlûm Ebdî êrişa li Trump hatiye kirin şermezar kir

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Donald Trump Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî êrişa li Trump hatiye kirinşermezar kir û got, “Ez hewla sûîqesta li Trump hatiye kirin şermezar dikim.”

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.

Gelek serkideyên cîhanê êrişa li Trump hatiye kirin şermezar kir.

Fermanderê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê Xê peyameke şermezarkirinê belav kir.

Mazlûm Ebdî di peyamê de got:

“Ez hewla sûîqesta li 45emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye kirin şermezar dikim.

Ez ji wî re şîfayê dixwazim ji malbat û hezkiriyên wî re jî diayan xêrê dikim.”

Çi bûbû

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI), kesê ku di dema mîtîngê de êrişî Donald Trump kiriye bajarokê Bethel Parkê yê Pennsylvaniayê ye û navê Thomas Matthew Crooks û 20 salî ye.

Li aliyê din hate ragihandin, piştî ku êrişkar Thomas Matthew Crooks êrişî Trump kir ji aliyê ajanên Servîsa Nihênî ve hate kuştin.

Herwiha di êrişê de gule li guhê Trump ket, kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst