Li Urmiyeyê 3 otomobîl li hev qelibîn: Gelek mirî û birîndar hene

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 otomobîl li hev qelibîn, 2 kes mirin 8 kes jî birîndar bûn.

Birêveberê Tenduristiya Bajarê Şinoyê Hesen Zirza ragihand ku li ser rêya Şino û Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyeyê 3 otomobîl li hev qelibîne.

Hesen Zirza da zanîn ku di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûn.

Herwiha Hesen Zirza diyar kir ku tîmên tenduristiyê birîndar birine Nexweşxaneya Şinoyê.

Hesen Zirza amaje bi yekê kir ku birîndar li nexweşxanyê tên dermankirin û birînên 2 kesan xedar in.

Di 100 hezar qezayên trafîkê de 813 kes mirine

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê salane gelek kes di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest didin.

Birêveberê Navenda Ragihandin û Kontrolkirina Polîsên Trafîkê ya Îranê Ehmed Şîranî ragihandibû ku ji 15ê Adara 2023yan heta 7ê Nîsana 2024an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 100 hezar qezayên trafîkê çêbûne.

Ehmed Şîranî da zanîn ku di wan qezayan de 813 kesan canê xwe ji dest daye û 21 hezar û 441 kes jî birîndar bûne

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Du gerîlayan 19-20ê Gulana 2024an li herêma Metînayê di çalakiyeke li hemberî hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da