Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Emşat a çekdarên opozisyona Sûriyê bacê li ser 72 welatiyên Efrînê disepîne.
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye ragihand ku di çarçoveya tundkirina astengiyan di jiyana welatiyên Kurd de, li Herêma Efrînê ji bo neçarî koçberiyê bibin, grûpa çekdar a bi navê Grûpa Silêman Şah a ku bi navê Emşat tê naskirin û ser bi Tirkiyê ve ye, bac li ser 72 welatiyên Kurd sepandiye. Ew welatî jî, xelkên gundê Kaxrê yê ser bi nahiyeya Mabata ne.
Li gorî heman zanyariyan, sepandina wê bacê, li beramber ku cotyar beşê mayî ji mûsimê simmaqê berhev bikin, ew beş jî, tiştê ku ji ber diziya çekdaran maye.
Berpirsê ewlehiyê yê bi navê Ebû Hisên El-Eşarine li gundê Kaxrê ew bac bi bihayê 40 hezar dolarê Amerîkî li ser tevaya cotyarên Kurd li wê derê sepandiye, li gorî berhema simmaqê ku bi bêyî rêdana çekdaran hatibû berhevkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye navên wan 72 welatiyên ku bac li ser wan hatiye sepandin, ragihandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse