Li çend herêmên Şirnexê û Bedlîsê çûnûhatin hat qedexekirin

15-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Şirnex Bedlîs Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Şirnexê û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê çend herêm bo dema 15 rojan wek “Herêma Ewlehiya Taybet" hatin ragihandin û çûn û hatina bo wan navçeyan hat qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê li navenda bajêr û li navçeyên Cizîrê, Sîlopî, Qilebanê, Basan û Bêşebabê  herêmên Çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, Tanîn û Kureşin jî di nav de bi giştî li 14 herêman bi hinceta ewlekariya mal û canê welatiyan çûn û hatin qedexe ye û ew qad wek “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin. Hatiye diyarkirin ku ev biryar ji roja Şemiyê 15ê Temûzê heta 29ê Temûzê demjimêr 23:59 deqe berdewam e.

Parêzgariya Bedlîsê jî ragihandiye ku li navçeya Xîzanê ji ber operasyonên leşkerî li çend herêman biryara “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiye dayîn û ev biryar ji 14ê Temûzê heta 28ê Temûzê berdewam e. Li gor daxuyaniya parêzgariyê, biryar bi hinceta metirsiya li ser ewlekariya can û malê welatiyên sivîl hatiye dayîn.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên artêşa Tirkiyê dijî PKKê berdewam in û bi vê hincetê qadên nîştecihbûnê wek "herêmên qedexe" tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst