RIHA – Mamoste û muxtar hatin kuştin

15-06-2024
Nîşan Riha Wêranşar Mamoste Muxtar Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê li zêringerekî mamosteyek û muxtarek hatin kuştin.

Li Taxa Qişleyê ya Wêranşarê li nav bazarê hinek kesan bi çekan êrişî dikana zêran kir.

Di vê êrişê de Eyup A., Nurullah T. û Îbrahim Halîlullah T. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê lê Eyyup A. û Nurullah T. ji mirinê rizgar nebûn.

Îbrahim Halîlullah T. jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Nurullah T. mamoste bû

Li gorî agahiyan Nurullah T.yê ku di êrişê de hatiye kuştin mamoste bûye û piştî ku karneyên zarokan dane wan çûye dikana zêran.

Eyup A. muxtar bû

Eyup A.yê ku hatiye kuştin muxtarê gundekî Wêranşarê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst