Hewlêr (Rûdaw) – Pêvajoya vegerandina zêdetirî 900 hezar donim erdê dagirkirî yê Kurdan Kerkûkê dest pê kir.
900 hezar donim zeviyên cotkarên Kurd bi biryarên Komîteya Kar û Barên Bakur a desthilata berê ya Îraqê hatibûn dagirkirin.
Ew erd di çarçoveya kampanyaya guhertina demografiyê ya desthilata Partiya Beasê de hatine dagirkirin, biryar ji aliyê Komîteya Kar û Barên Bakur ve hatine derxistin.
Desthilata Komîteya Kar û Barên Bakur birêvebirina kar û barên Kerkûkê û parêzgehên Herêma Kurdistanê bû.
Endamê Parlamentoya Îraqê yê Kerkûkê Sebah Hebîb ji Rûdawê re ragihand, di du hefteyên borî de ji bo çareserkirina wan erdên ku li gorî biryarên Komîteya Kar û Barên Bakur ku ji Kurdan hatine standin û nêzîkî 900 hezar doniman in çend civîn hatine kirin
Piştî rûxîna rejima Partiya Beasê divabû ew erd li gorî biryara hejmar 29an a sala 2012an a Encûmena Wezîran a Îraqê radestî xwediyên xwe bihata kirin lê nehatiye cîbicîkirin.
Sebah Hebîb ragihand, li gorî rêkeftinê û civînan dê bi rêya formekê ew pirsgirêk were çareserkirin.
Li gorî gotina Sebah Hebîb, welatî ji bo wergirtina erdên xwe dê formekê dagirin û li gorî biryara 29an a Encûmena Wezîran erdên xwe bistînin.
“Peymanên li ser navên Erebên hawirde tên betalkirin”
Girêbestên biryara Komîteya Kar û Barên Bakur hatin betalkirin ku bi du awayan bi navê Erebên hawirde hatine kirin.
Endamê Komîteya Bilind a Bicihanîna Madeya 140î Kakereş Sedîq ji Rûdawê re ragihand, ew pirsgirêk du beş e, yek ji wan ew e ku ji bo wan hatiye kirin û zêdetirî 3 hezar donim zevî ye.
Sedîq da zanîn ku Wezareta Çandiniyê peymanên li her du navçeyên Şiwan û Qerehencîrê yên Kerkûkê jî betal kirine.
Li gorî gotina Kakereş Sedîq, ew erdên din jî piştî dagirkirinê li ser navê Erebên hawirde hatine tomarkirin û nêzîkî 3 hezar peyman dê bên vegerandin.
Siyasetmedarê Kerkûkî Kakereş Sedîq da zanîn ku ew peyman girêdayî Wezareta Dadê ne û belgeya betalkirina biryarên Komîteya Kar û Barên Bakur ji berpirsên îdarî yên Kerkûkê re dê were şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse