Bavê Şakir Ferman Boncuq: Kurê min ti caran silav jî nedaye Pêşmergeyên Roj

15-04-2020
RÛDAW
Bavê Şakir Ferman Salih Boncuq derbarê kurê xwe de ji Rûdawê re aixvî
Bavê Şakir Ferman Salih Boncuq derbarê kurê xwe de ji Rûdawê re aixvî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bavê Şakir Ferman Salih Boncuq, Ferman Boncuq red kir ku kurê wî yek rojê jî tevlî Pêşmergeyên Roj bûye, got ku ew tiştên niha dikin rojev hemû senaryo ne.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Libyayê Ahmed El Mismarî îdia kiribû ku di nav çekdarên Tirkiyê şandine Libyayê de komên Pêşmergeyên Roj jî hene.

El Mîsmarî herwiha îdia kiribû ku kesekî bi navê “Şakir Ferman Salih Boncuq” li Başûrê Kurdistanê Hewlêrê li gel şervanên Roj perwerde ditiye ew lî Lîbyayê hate girtin.

Ferman Boncuq bavê Şakir Ferman Salih Boncuq beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û tekîldarî kurê xwe de agahî dan.

Ferman Boncuq derbarê daxuyaniya Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Libyayê Ahmed El Mismarî de got: “Ev yek ji aliyên hinek partiyên siyasî bi rêya ragihandinê weke senaryoyeke hate amadekirin. Cihê şermê ye ku hinek alî rastiyê vedişerin.”

Bi gotina Ferman Banocuq di 4ê Nîsanê de “hinek malperên ser bi PKKê ve” raporeke hûnandî derbarê kurî wî de belav kirine û û piştre jî torên medyaya civakî yên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heman tişt belav kirin, lê ew dibêje nûçe û raportên wan dûrî rastiyê ne.

Ferman Boncuq dibêje: “Yekem gotin ku ew hatiye kuştin û dîmenên di telefona wî de gihîştine destê me. Piştre jî gotin ku na nehatiye kuştin, lê Lîbyayê hatiye girtin û lixwe mikur hatiye. Me jî weke malbat derbarî wî de lêkolîn kirin. Me got ku eger Şakir çûbû Lîbyayê û tevlî wî şerê qirêj bibe, em weke malbat xwe ji wî bêrî dikin.”

Boncuq red kir ku kurê tevlî Pêşmergeyên Roj bûye û derbarê vê yekê de jî got: “Şakir di sala 2015an de hate Kurdistanê. Rast e sê birayên wî Pêşmerge bûn û me dixwest ew jî bibe Pêşmerge, çimkî Kurdistanê şerê terorê dikir. Wê demê xortên Kurd şerê DAIŞê dikir, lewma me jî xwest ew bibe Pêşmerge. Di sala 2016an de hinek nakokî di navbera min û wî de çêbû û min jê re gor ku êdî tu ne kurê min î. Ev jî derket çû Tirkiyê. Birayekî wî şehîd bûye û yek birîndar e herwiha yek jî li ser erka xwe ye.”

Ferman Boncuq herwiha destnîşan kir ku gotinên Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Libyayê nerast in.

Fermandariya Giştî ya Leşkerê Roj pêştir red kiribû, ku ti pêwendiya kesê ku li Lîbyayê hatiye desteserkirin, bi hêzên Leşkerên Roj re hebe û ragihandibû, hin aliyên ser bi PKKê ve hewla xirabkirina navê hêza wan didin.

Fermandariya Leşkerê Roj gotibû, “mebesta belavkirina nûçeyên bi vî rengî ji aliyê medyaya nêzîk PKKê ew e ku navê Pêşmergeyên Roj qirêj û lekdar bike.”

Di daxuyaniyê de wiha hartibû gotin: “Gelek portal û malper û torên civakî, nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Boncuq ji aliyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes şer ji bo hêzên kirêgirtî yên Tirkiyê kiriye, malperên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine û belav kirine ku ew kesê navhatî pêşmergeyê hzên Leşkerê Roj e, wek hewldanekê ji bo xirabkirina navê pîroz ê vê hêzê, lewra me pêwîst dît ku hemû aliyan agahdar bikin bi vê zelalkirinê.”

Herwiha Fermandariya Pêşmergeyên Roj dabû zanîn, ku Şakir Ferman Salih Boncuq di sala 2012an de ji Sûriyê ligel malbata xwe ji ber şer û pevçûna direve wek penaber direve Başûrê Kurdistanê, lê piştî demekê diçe Tirkiyê û her li wî welatî dimîne û ji hinge ve nevegeriyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst