Mezlûm Ebdî li ser şoreşa Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir

15-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Sûriye Serhildan Şoreş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji salvegera Şoreşa Sûriyeyê got, "Di 14emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê de, em qurbaniyên Sûriyeyiyan ên ji bo azadî, rûmet û edaletê bi bîr tînin."

Îro 14emîn salvegera şoreşa Sûriyeye ye.

Serhildana ku 2011an li bajarê Derayê yê Sûriyeyê dest pê kir bû sedema şerê navxweyî li tevahiya Sûriyeyê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser salvegera serhildanê li ser hesabê xwe yê Xê bi Erebî peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:

"Di 14emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê de, em qurbaniyên Sûriyeyiyan ên ji bo azadî, rûmet û edaletê bi bîr tînin.

Gihîştina aramî û aştiyê girêdayî çareseriyên siyasî yên berfireh e ku rêzê li daxwazên gelê Sûriyeyê yên ji bo dewleteke demokratîk û pirçandî digire."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst