Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Sêwazê ragihand ku çûnûhatina parêzgeha Erzinganê 7 rojan hatiye qedexekirin û hinceta biryarê jî metirsiya beşdarbûna “çalakiyên dijî yasayê” ne.
Parêzgariya Sêwazê derbarê karesata kana zêr a li Erzinganê îro biryara qedexeya çûnûhatinê ragihand.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê metirsî heye ku bi armanca beşdarbûna çalakiyên dijî yasayê hinek kes biçin cihê bûyera herîfîna kana zêr a li navçeya Îlîça Erzinganê û ev biryar jî ji ber vê sedemê dane.
Di daxuyaniyê de tê gotin:
“Girêdayî bûyera 13ê Sibata 2024an ku li navçeya Îlîçê ya Erzinganê ax herîfî bû, dibe ku hinek kes bi armanca beşdarbûna çalakiyên dijî yasayî biçin herêmê û ji ber vê yekê di nav sînorên parêzgeha Sêwazê heta 20ê Sibata 2024an 7 rojan çûnûhatin hatiye qedexekirin.”
Li navçeya Îlîçê ser bi parêzgeha Erzinganê roja sêşemê demjimêr 14:28an kana zêr a li navçeyê herifî û 9 karker di bin de mane.
Heta niha kar û xebata rizgarkirina karkeran berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse