Piştî erdhejê li Cindirêsê gelek zarok bê dayik û bav mane

15-02-2023
Horvan Rifet
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Efrîn Cindirês
A+ A-

Cindirês (Rûdaw) – Di encama erdheja 6ê Sibatê de, li navçeya Cindirêsê û herêma Efrînê bi giştî gelek zarokan dê û bav û malbatên xwe ji dest dane. Çîrokên Tariqê 3.5 salî û Arînayê du mînak ji serpêhatiyên wan zarokan in.

Tariq zarokekî Ereb e û 3.5 salî ye, dayik û bav û xwîşka wî di erdhejê de li avahiyeke 5 qatî ya li Cindirêsê mirine. Ew jî piştî 48 demijmêran ji bin kavilan hatiye derxistin, lê di nexweşxaneyê de lingekî wî hatiye jêkirin.

Taqir niha bi tenê maye û li nexweşxaneyeke Efrînê tê dermankirin.

Dr. Eyad Xalid, pizîşkê pisporê zarokan e û dibêje: “Roja destpêkê me derman dane wî, me xwest rewşa wî ya giştî baş bikin, di roja duyem û sêyem de lingekî wî bê bandor bû û em neçar bûn ji bo rizgarkirina wî lingê wî bibirin, em niha hewl didin ku lingê wî yê din biparêzin.”

Esad Yûsif xizmekî dûr ê Tariq e ku malbata wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Li heman avahiya ku malbata Tariq lê dijiyan, 45 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Esad Yûsif dibêje:“Piştî 48 demjimêran me ew rizgar kir, bavê wî jiyana xwe ji dest daye , ew zindî meye , bavê wî xwedê rehma xwe lê bike, herwiha dayîk û xwîşka wî piştî wê jiyana xwe ji dest dan lê spas bo xwede ew niha li nexweşxaneyê ye.”

Peyamnêrê Rûdawê Horvan Rifat çû nexweşxaneya Serbazî ya Efrînê, li wir Arînayê dibînin. Zêdetirî heftiyekê ye ku ew zaroka Kurd li nexweşxaneyê ye.

Arînayê di erdheja 6ê Sibatê de bav, dayik û birayê xwe ji dest dane, ew bi tenê sax maye.

Meta Arînayê, Leman Elay niha li nexweşxaneyê çavdêriya wê dike û bi çavekî tejî rondik û bi girî dibêje, xema Arînayê ji bo wan gelek mezin e û niha ji bo me ew yekane bîreweriya dê û bavê wê ye.

Leman Elay ji Rûdawê re dibêje, ew dê keça birayê xwe xwedî bike.

Li nexweşxaneyeke taybet a Efrînê tenê birîndarên erdheja wê dawiyê tên dermankirin. Ji destpêka erdhejê ve heta niha 850 birîndarên ji Cindirêsê û navçeyên din ên Efrînê bê beramber li wê nexweşxaneyê hatine dermankirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst