Şaredarê Dêrsimê: Divê êdî dewlet bikeve nava tevgerê

15-02-2023
Serpil Güneş
Nîşan Şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Dêrsima Bakurê Kurdistanê Fatîh Mehmet Maçoglu ku ji roja ewil a erdhejê heta niha bi mexdûrên erdhejê re di nava piştevaniyê de ye, 10 roj in li herêmê ye. Maçoglu got: “Niha êdî em jî bûn wek mexdûrên erdhejê, pêwîste dewlet bikeve tevgerê.”

Tîmên Şaredariya Dêrsimê û Şaredar Maçoglu yên ku di roja ewil de hatin navçeya Bazarcixa Mereşê, hewl didin birînên erdhejê yên li navçeyê piçek be jî bipêçin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çêbûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

Dema tîma alîkarî-rizgarkirina Dêrsimê bi serokatiya Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu hat navçeya Pazarcika ku di erdheja herî mezin de wêranî lê çêbû, di 7ê Sibatê de ewil ji rizgarbûyî re dest bi danîna aşxaneyekê û belavkirina xwarinên germ kirin. Û bi qasî ku ji destê wî dihat hewl dida ku hin kesan ji bin xirbeyan xilas bike.

Piştî vê yekê Şaredariya Dêrsimê û Kooperatîfa Xwezayê ya Pulur û Federasyona Meclîsên Sosyalîst ku bi awayekî şexsî barhilgirên alîkariyê belav dikirin, kabîneya tendirustiyê û polîklînîka hevpar ava kirin. Heman tîmên ji bo mexdûrên erdhejê sitargeh û qada jiyanê ya ji konan pêk tê ava kir.

Timên Şaredariya Dêrsimê bi Maçoglu re li navçeyên Nurheq û Elbistana Mereşê geriyan û piştgiriya xwe  nîşan dan. Şaredariya Dêrsimê ji bo zarokan parka lîstikê amade kir.

Maçoglu dema serdana xwe ya Hatayê de ji Rûdawê re axivî û got “Gelek deverên Tirkiyeyê herêmên erdhejê ne. Dema ku em li vir bûn, dibûya ku li bajarê me jî erdhejek çêbibe. Lê me fikirîn ku divê em li herêma erdhejê bi civakê re bibin yek.”

Şaredarê Dêrsimê Maçoglu yê ku di roja erdhejê de gihişt navçeya Bazarcixa Mereşê û diyar kir ku 8 rojan li wir man. Maçoglu ragihand ku wî serdana navçeyên Nûrheq û Elbistanê yên Mereşê, Semsûrê kiriye û niha jî ber bi Osmaniye û Hatayê ve bi rê ketine.

Maçoglu der barê dîmenê ku li Bazarcixê pê re rû bi rû maye wiha anî ziman:

“Em rû bi rûyî bajarekî ku kes lê tinebû hatin. Li kolana sereke, li navenda koordînasyonê ku parêzgar, serokê şaredariyê û qeymeqam beşdar bûn, liv û tevgerek hebû. Taxa ku ji bo em bixebitin hatibû tayînkirin gelekî vala bû. Kolan viqîvala bûn. Malbat li ser çend kavilan giriyan. Cihê ku me yekem car mudaxele kir, çend hevalên ciwan hebûn û me mamosteyek jin bi wan re rizgar kir. Piştre jî li cihekî din ku tîmên Şaredariya Kirikkaleyê lê amade bûn, di derdora seat 16.30'an de jinek hat rizgarkirin. Dema AFAD hat û ji me xwest ku em ji ber avahiyên xeternak ji qada xetere derkevin, me karên din girt ser xwe.

Me dest bi dayîna alîkariyên wek xwarin, bajarê kon û sobeyan kir. Niha jî em ji bo zarokan dibistanê ava dikin. Ji bo kesên ku psîkolojiya wan xirab bûye em bi pêşniyara hevalên xwe çalakiyên weke parka zarokan, qada lîstikê, konê zarokan, mûzîk û hwd lidardixin.

“Pêdivî guherîn”

Maçoglu diyar kir ku ji roja ewil a erdhejê heta niha piştî alîkariya ewil hat dayîn pêdivî guherîne û got “Mirov bi karê me piçekî rihet bû, lê mirov malên xwe winda kirin, warên, hevjîn û zarokên xwe winda kirin. Wan dest bi pirsa `Ji niha şûnve dê halê me çi bibe` kirin. pêdivî hatine guhertin.

“Em jî bûn wek mexdûrên erdhejê, pêwîste dewlet bikeve tevgerê”

Piştî demekê, em jî ketin wê psîkolojiya erdhejê. Em jî bûn wek mexdûrên erdhejê. Niha êdî em dixwazin vegerin bajarê xwe û amadekariyên erdhejê bikin. Lê em nikarin herêmê biterikînin, em di psîkolojiya wisa balkêş de ne.”

Maçoglu diyar kir ku psîkolojiya kesên ji erdhejê xilas bûne jî bandoreke neyînî lê kiriye “Em jî wek kesên ku di bin xirbeyan de li benda xizmên xwe ne, diçin û li kêleka wan radiwestin. Em avê didin hevalên xwe yên xebatkar, em alîkariyê dikin. Lê em nikarin sersaxiyê ji wan kesan bixwazin an jî bibêjin derbasî be. Ji ber ku ev gotin ne têr nakin ku ew êşa ku hatine kişandin telafî bikin.”

Maçoglu anî ziman ku ji niha û pê ve divê saziyên dewletê bikevin tevgerê.

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu têkildarî pêdiviyên mexdûrên erdhejê de wiha got:

“Pêdivî bi kon, sobe û dexlûdan heye”

“Li her derê pêwîstiya lezgîn bi konan heye. Materyalên germkirinê hewce ne. Û pêdivî bi dexlûdan heye. Wek nîsk, makarna, birinc, savar,  bakliyat rûn yên bi lez in. Herwiha ji bo ajelan jî alîkarî lazim e. hinek ajeldar qutên wan çûne. Mala wî wêran bû, ne av, ne xwarin, ne ka û ne jî giya mane. Pêdivî ye ku hin hewcedarî piştî demekê neyên. Mîna cilan. Di ndi ser hev de dimîne, heyf e ku ne hewce ye.”

Fatîh Mehmet Maçoglu diyar kir ku tîmên wî yên biçûk dê ji bo piştgirî û alîkariya derûnî li herêma erdhejê bimînin û ew ê êdî vegerin cihên xwe.

“Divê em jî li bajarê xwe amadekariya erdhejê bikin”

“Em televîzyonê temaşe dikin, psîkolojiya me xirab dibe. Me ji xwe dizanibû ku Dêrsim li ser xeta ku bi rîsk a erdhejê ye. Ji bo Stenbolê jî tê gotin. Behza Erzingan û Çewlikê tê kirin. Ji ber vê yekê divê em xwe ji bo erdhejên bajarê xwe amade bikin. Di van şert û mercan de em nizanin dê çawa be, lê em ê hewl bidin ku çi ji destê me bê.

Maçoglu, diyar kir ku di derbarê hejmara miriyan li Bazarcixê de ti agahiyeke fermî ya wî tune ye û diyar kir ku ji hezarî û jortir e.

Şaredarê Dêrsîmê Fatîh Mehmet Maçoglu bi parvekirinên xwe yên medyaya civakî derbarê tiştên ku li herêma erdhejê kirine de hewl dide hesasiyetê çêbike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst