Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya parêzgehên Erzingan-Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û bagerê destûr nayê dayîn ku barhilgir derbas bibin.
Derengiya şeva borî li Neqeba Sakaltutanê ya ser rê ji ber berf û bagerê hinek barhilgir û wesayîtên ku barê wan giran e di rê de man.
Ji ber berf û bagerê mesafeya dîtinê jî gelekî daketiye û polîsên trafîkê, çûnûhatina barhilgiran bi awayekî demkî rawestand.
Otomobîl û barhilgirên di rê de mabûn bi kar û xebatên tîmên rê û piran ji bo cihên ewle hatin birin.
Hat ragihandin ku piştî ku rewşa hewayê normal bibe, dê destûr were dayîn ku barhilgir derbas bibin.
Tenê destûr ji bo wan otomobîlan tê dayîn ku tekelên berfê yan zincîr girê dabin dikarin çûnûhatinê bikin, ew jî bi awayekî kontrolkirî.
Her wiha kar û xebatên tîman ên xwêkirin û paqijkirina rêyan jî berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse