PWK: Têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî îro jî berdewam dike

14-12-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Şêx Ebdulselam Barzanî Partiya Welatparêzên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta 109emîn salvegera darvekirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, ew bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Şêx Şêx Evdilselam Barzanî 109 sal berê, roja 14ê Kanûna Pêşînê ya1914an li Mûsilê  ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hat darvekirin.

Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darvekirin, Suleyman Nazîf ê Amedî Parêzgarê Mûsilê bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, kurê Şêx Mehmûd e û birayê mezin ê Şêx Ehmed, Mûhamed Siddiq Babo û Mele Mistefa Barzanî ye.

Şêx Ebdulselam Barzanî sala 1868an de li Barzanê  ji dayik bûye û ew Serfermandarê Pêşmerge bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê daniye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, rêberekî neteweyî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Osmanî kir.

 Dewleta Osmanî ew daxwaz qebûl nekirin û bi vê jî nema, êrişî ser gelê Kurdistanê kir.

Gelê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand û berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.

Dewleta Osmanî di roja 14ê Kanûna Pêşînê ya 1914an de li Mûsilê li ber çavên Mele Mistefa Barzanî ku wê gavê 11 salî bû û li ber çavên gelê Kurd, Şêx Ebdulselam Barzanî îdam kir.

“Têkoşînê Şêx Ebdulselam Barzanî berdewam dike”

PWK di daxuyaniya xwe de dibêje:

“Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hat darve kirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kir neket erdê, têkoşîna gelê me ranewestiya.

Têkoşîna gelê me bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed, bi îlan kirina Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind. Alaya Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da.

Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn a ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê li ba dibe.”

PWK diyar kir ku ew di 109emîn salvegera îdamkirina wî de, rêber Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî bi bîr tînin û got:

“Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst