Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG û YPJ di nav de hêzên herî sereke ne, li hemberî her êrişeke çaverêkirî tedbîrên tund ên ewlekariyê standine.
Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajarokê Holê yê Rojavayê Kurdistanê ku dikeve başûrê Hesekê kontrol kirin, tedbîrên ewlekarî yên tund li hemberî her êrîşeke çaverêkirî ji aliyê çekdarên HSDê û şervanên YPGê hatine standine.
Hêzên Sûriya Demokratîk di 13ê mijdarê de û di heman roja kontrolkirina Şingalê de bajarokê Holê yê Rojavayê Kurdistanê ji dest çekdarên DAIŞê derxistin û kontrol kirin.
Çekdarên DAIŞê bajarokê Holê yê li başûrê Hesekê ji ber ku cihekî asê bû, ji xwe re kiribûn navendeke stratejîk a locetsîkê.
Heta niha jî li derdora Holê, paşmayiyên şer diyar dibin û termên çekdarên DAIŞê hêj li erdê ne, şervanên YPGê jî ku beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk e, li derdora Holê bicih bûne daku wî bajarokî ji her êrîşekê biparêzin.
Fermandarê YPGê yê li Holê Rustem Cûdî jî derbarê amadekariyên bo şer de dibêje: “Em sing bi sing şer dikin. Tevî ku çekên me kêm in, lê belê em ji dil şer dikin û li ber xwe didin.”
Piştî ku Hol hat kontrolkirin, zîndanên bin erdê yên DAIŞê hatin eşkerekirin ku li gorî gotina şervanan, jinên Kurd ên Êzîdî di wan de dihatin îşkencekirin. Herwiha li dadgeha DAIŞê ya Holê jî, hin kaxez û nivîs hatin dîtin ku nîşan didin çawa DAIŞê zordarî li cotkaran dikir û zerîbeyên giran ji wan distandin.
Piştî kontrolkirina Holê, niha çavê, Hêzên Sûriya Demokratîk li Şedadê ye ku weke dawî navenda asê ya DAIŞê li başûrê Hesekê tê naskirin.
Şervanên YPGê jî dibêjin ku ewên bi piştgiriya hêzên hevpeymaniya navdewletî bajarê Şedadê jî bistînin.



