Nêçîrvan Barzanî: Silêmanî bûye haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê

14-11-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Silêmanî Avakirin Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got, “Silêmanî di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de navekî diyar û bibandor e û bûye haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîlaya salvegera avakirina bajarê Silêmaniya ya 240î peyamek belav kir.

“Silêmanî bûye haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de gelê Silêmaniyê pîroz kir û got:

“Salvegera 240î ya avakirina Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriyê, bajarê wêje û hunerê, bajarê xîret û qurbanîdanê li xelkê ezîz ê bajêr ji dil û can pîroz dikim.

Ez ji wan re serkeftinê hêvî dikim.

Silêmanî di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de navekî diyar û bibandor e û tim û tim bûye cihê qedir û rêzê û haveynê serbilindiya gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de ji Silêmanî û hemû bajarên Kurdistanê re serkeftin, bipêşketin û aramî hêvî kir.

Silêmanî sala 1784an ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hat avakirin.

Îbrahîm Paşayê Baban paytexta mîrektiya xwe ji Qelaçuwalanê veguhast Silêmaniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir