LÊKOLÎN - Ji %61ê ciwanên Tirkiyê dixwazin koç bikin

14-11-2021
RÛDAW
Nîşan Ciwan Tirkiye Bêkarî Lêkolînên Aboriyê ya Stenbolê Aboriya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê, ji %61ê ciwanan ji bo `jiyaneke baş` dixwazin li welatekî din bijîn.

Lêkolînên Aboriyê ya Stenbolê, encamên lêkolîna ku ligel 3 hezar ciwanên temenê wan di navbera 18-30 salî de ne hatiye kirin eşkere kir.

Li gor lêkolînê, %83ê ciwanan ji rewşa aborî ya malbata xwe bi fikar in û hêviya wan koçkirina derveyî welêt û sosyal medya ye.

Li gor rapirsiyê, %29ê ciwanan dibêjin, “Em bi vê dahata xwe gelek zehmet debara xwe dikin” û %27ê ciwanan jî dibêjin, “Em bi vê dahata xwe zehmet debara xwe dikin” û %31ê ciwanan jî dibêjin, “Em bi vê dahata xwe ancax dikarin debara xwe bikin”. Tenê %13ê ciwanan jî dibêjin,“Em bi vê dahata xwe bi hêsanî debara xwe dikin”.

Li gor rapirsiyê ciwan ji ber rewşa aborî ya xirab bi fikar in û planan li ser siberoja xwe dikin û rojane bi van planan mijûl dibin.

Li gor lêkolînê, ji %61ê ciwanan ji bo jiyaneke baş dixwazin koç bikin û li welatekî din bijîn. Tenê %24ê ciwanan ji bo çareseriya pirsgirêkan dixwazin siyasetê bikin.

Rêjeya ciwanên dixwazin piştgiriya xebatên sîvîl bikin %54 e û yên dixwazin li ser sosyal medyayê tevgerekê bidin destpêkirin %60 e.

Li gor rapirsiyê ciwanan ji siberojê hêviyên xwe birîne û %58ê wan gotine dê nifşê nû di warê aboriyê de hîn zêde xirabtir bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst