Nêçîrvan Barzanî: Ti kes nikare derzê bixe navbera PDK û Silêmaniyê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Silêmanî Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Bangeşeya Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Parlamentoya Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê di bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ti kes nikare derzê bixe navbera PDK û Silêmaniye.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê  (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê di bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de axivî.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de behsa pêwendiyên PDK û Silêmaniyê kir û diyar kir ku ti alî nikare derzekê bixe navbera PDK û Silêmaniyê.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku xelkê Silêmaniyê ji ber PDKyîbûna xwe gelek berdêlên giran dane û rastî zextên mezin hatiye.

“PDK dixwaze ji Silêmaniyê re xizmetê bike”

Nêçîrvan Barzanî behsa xizmetguzariyên PDKyê kir û wiha got:

“PDK dê kar bike da ku xelkê Silêmaniyê û navçeyê êdî nebe qurbaniyên nakokiyên siyasî.

Silêmanî û ev herêm bi giştî, ji ber rola xwe ya mezin di dîroka siyasî, çandî û rewşenbîrî ya vî gel hêjayî jiyan, bextewarî, xizmetguzarî, ewlehî, aramî û bextewariyê ye.

Nifşê nû yê Silêmaniyê li pêşkeftin û geşbûnê digere, ne li kaos û qêrînên bêkêr û beyhûde.

PDK dixwaze xizmeta herî mezin ji Silêmaniyê re bike.

PDKyê careke biceribînîn, carekê vê derfetê bidin destê PDKyê li vê navçeyê bihêz bibe û xizmetê bike.

Ev namzedên PDKyê dikarin Silêmaniyê ji qonaxa niha ber bi qonaxeke baştir ve bibe.

Dirûşmeya PDKyê ya vê Parlamentoya Kurdistanê aştî, serkeftin, yekîtî û berxwedan e."

“PDKyê destê aştiyê dirêjî her kesî kiriye”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiyê de da zanîn ku Kurdistan welatê hemû kesî ye û pêwîstî bi yekrêziya hemû aliyan heye û PDK destê aştî û hevkariyê dirêjî hemû kesî dike.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“PDKyê ji roja damezrandina xwe ve, karwanekî şehîd û qurbanî ji bo Kurdistanê û azadiya gelê xwe pêşkêş kiriye.

Ji bo pêşketina Kurdistanê, ji bo pêşketina vê herêmê, ji xelkê dixwazim dengê xwe bidin lîsteya 190î ya PDKyê.”

Bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Îlonê dest pê kir û heta 15ê Çiriya Pêşînê dê berdewam bike

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn werin kirin.

Li 4 bazineyên hilbijartinan mafê 3 milyon û 789 hezar kesan ê dengdanê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst