Bafil Talebanî: Dihokê kesk bikin

6 xulek berê
RÛDAW
Bafil Talebanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Bafil Talebanî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bafil Talebanî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dihok Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bafil Talebanî bangî alîgir û endamên YNKyê yên li Dihokê kir û ji wan xwest ku dengê xwe bidin YNKyê û rengê Dihokê kesk bikin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di çarçove bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li Dihokê axivî.

Bafil Talebanî diyar kir ku bernameyeke wan a mezin a karkirinê heye û wiha got:

“Biçin ser sindoqên dengdanê û Dihokê kesk bikin. Me gelek bername hene.

 Îro ew ji we ditirsin lê hûn netirsin herin ser sindoqan û sindoqan kesk bikin.”

 Bafil Talebanî di berdewamiya gotara xwe de da zanîn ku dê sibehê li Hewlêrê gotarekê pêşkêş bike.

Bafil Talebanî di dawiya gotara xwe de mîkrofona xwe avêt erdê.

Divê were gotin ku Bafil Talebanî di bangeşeyên bajarên din de jî mîkrofona xwe avêtibû erdê.

Bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Îlonê dest pê kir û heta 15ê Çiriya Pêşînê dê berdewam bike

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn werin kirin.

Li 4 bazineyên hilbijartinan mafê 3 milyon û 789 hezar kesan ê dengdanê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst