Li gundekî Amedê ji ber nebûna mamoste xwendinê dest pê nekiriye

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Bismil Tepekonak Xwendin Mamoste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Tepekonakê yê navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna mamosteyan dibistan nehat vekirin û xwendekar ji xwendinê bê par man.

Li gorî nûçeya Amîdayê, li gundê Tepekonakê yê Bismilê ji ber ku mamoste ji gund re nehatine tayînkirin, xwendekaran heta niha dest bi sala nû ya xwendinê nekiriye.

Mamostayê ku par li wî gundî bû, xwestibû cihê wî bê guhertin.

Piştî ku cihê wî hat guhertin, Birêvebiriya Perwerdeyê îsal mamoste ji wî gundî re tayîn nekiriye.

Li wî gundî 15 xwendekar hene. Tê gotin ku dîwarên dibistanê jî xera bûne û nehatine nûjenkirin.

Malbatên xwendekaran xwestiye mamostayekî ji gundê wan re bê tayînkirin û dibistana wan jî bê nûjenkirin.

Rayedarên Birêvebiriya Perwerdyê ya Amedê ji wan re gotiye:

"Ew dê mamostayek biheqdest bişînin gundê wan heta ku ji gundê wan re mamostayekî tê tayînkirin."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala xwendinê ya 2024-2025an 9ê Îlonê dest pê kir.

Li Amedê bi giştî li 2 hezar û 287 dibistanan 467 hezar û 725 xwendekar hene.

Her wiha 24 hezar û 865 mamoste jî hene.

Tevî ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku valahiya 68 hezar mamsoteyan li wî welatî heye, îsal tenê 20 hezar mamoste hatibûn tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst