KERKÛK - Rêbiwar Taha sond xwar

Duh li 10:54
Nîşan Rêbiwar Taha Kerkûk Sondxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbiwar Taha li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar derbasî avahiya parêzgariyê bû.

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Doh mazbata stand

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd doh mazbataya Parêzgarê Kerkûkê dabû Rêbiwar Taha.

Sonda yasayî xwar

Rêbiwar Taha îro li li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û derbasî avahiya Parêzgariya Kerkûkê bû.

Rêbiwar Taha piştî sonda yasayî bi awayê fermî dest bi karê xwe kir.

Bertek hebûn

Eniya Tirkmenan a Îraqê diyar kiribû ku ew hilbijartin ne hiqûqî ye û ew dê gilî bikin.

Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûriyê ku hatibû tayînkirin jî bertek nîşanî civîna li Bexdayê dabû û gotibû:

 “Civîna li Bexdayê ne hiqûqî ye û xiyanet li Ereban hatiye kirin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî gotibû ku hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê ne yasayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst