Li Amedê pevçûna çekdarî

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan de 3 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro li çayxaneyeke taxa Firatê ya navçeya Peyasê ji ber deyn di navbera du grûban de nîqaş derket.

Piştî demekê her du grûban bi çekan êrişî hev kir.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst