Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Asayîşê de şer û pevçûn

14-07-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkû Qerehencî DAIŞ Asayîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Qerehencîrê ya Kerkûkê di şerê navbera çekdarên DAIŞê û hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê de DAIŞiyek hat kuştin.

Herwiha endamekî asayîşê di şer de canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 2 çekdarên DAIŞê îro sibehê li nahiyeya Qerehencîrê ya Kerkûkê êrişî marketekê kiriye.

Piştî êrişê çekdarên DAIŞê xwe li nav dibistanekê vedişêrin.

Hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê çûn cihê bûyerê û di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên asayîşê de şer derket.

Birêveberê nahiyeya Qerehencîrê Avêsta Mihemed li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Îro sibehê saet 07:00an 2 çekdarên DAIŞê êrişî supermarketekê kiriye û piştre xwe li nav dibistanekê vedişêrin.

Piştî ku hêzên asayîşê gihîştin cihê bûyerê, çekdarên DAIŞê bi hêzên asayîşê re pev çûne.

Çekdarek hate kuştin û çekdarê din jî birîndar bû.”

Avêsta Mihemed ragihand “Di pevçûnê de endamekî asayîşê şehîd ketiye û 2 endamên asayîşê jî birîndar bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst