Li Erziromê otomobîl ket çem: Dayik mir û zaroka wê li ber avê çû

14-07-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Otomobîl Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tortimê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla ku ji ber hezîna axê ket çem, jinek mir û zaroka wê li ber avê çû.

Li navçeya Tortimê ya Erziromê doh bi şev ji ber barana zêde hezaz çêbû û otomobîleke ku şofêrê ji Sûriyeyê bûye ket çem.

Şofêr û 3 kesên din bi derfetên xwe ji nav avê xwe rizgar kirin lê jinek û zaroka wê ya 8 mehî li ber avê çûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û yên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Piştî karûbarên çend demjimêran tîmên rizgarkirinê termê jinê nêzîkî 10 kîlometreyan dûrî cihê bûyerê dît.

Hat ragihandin ku ji bo dîtina zarokê jî xebatên lêgerînê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst