Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

14-06-2024
RÛDAW
Nîşan Nurattîn Çelîk Girtiyê Siyasî Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê siyasî Nurettîn Çelîk piştî 30 sal û 2 mehan ji girtîgehê hat berdan.

Girtiyê Kurd Mehmet Nurettîn Çelîk sala 1994an dema 23 salî bû li navçeya Bazîdê ya Agirî hatibû desteserkirin û bi cezayê heta heta yê girtîgehê hatibû cezakirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erziromê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Nurattîn Çelîk birîbû.

Nurettîn Çelîk di 30 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Erzerom, Mûş, Stenbol, Sêrt, Wan û Panosê ma.

Çelik 24ê Nîsan 2024an cezaya xwe ya 30 sal zîndanîkirinê temam kiribû.

Lê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta ku “ne girtiyekî baş e” berdana wî asteng kir.

Parêzerê Çelîk li dijî biryarê serî li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê da û dadgehê jî li ser serlêdanê biryara berdana Çelîk da.

Piştî biryara dadgehê girtiyê Kurd ji Girtîgeha Panosê hat berdan û ber bi bajarê xwe Colemêrgê ve bi rê ket.

Çelik îro li Colemêrgê ji aliyê qelebalixiyeke zêde ve hat pêşwazîkirin û çû mala xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst